Li Japonê beşdarên kursa Kurdî bawername wergirtin

26-02-2020
RÛDAW
Nîşan Japon Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Japonê xwendelkarên zimanê Kurdî bi awayekî fermî bawernameyên xwe yên asta duyemîn wergirtin.

Li Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê di Nîsana 2019an de perwerdedya zaraveya Kurmancî ya zimanê Kurdî weke ders hatibû destpêkirin û hêj berdewam dike.

60 xwendekarên zimanê Kurdî yên li Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê kesên ku tevlî perwerdeya bi Kurdî bibûn asta duyem qedandin. Ji 60 kesan 40 kes xwendekarê zanîngehê bûn û 20 kesên din jî sivîl bûn.

Xwendekarên zimanê Kurdî piştî 10 mehan bi awayekî fermî bawernameyên xwe yên asta duyemîn wergirtin.

Biryar e perwerdeya zimanê kurdî  Îsal jî di meha nîsanê de li Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê berdewam bike û di nîsa îsal de her du zaravayên kurdî kurmancî û soranî bên fêrkirin.

Herwiha ligel dersa Kurdî dê çand, huner, wêje û dîroka Kurdistanê bidin fêrkirin.

Sekreterê Dostaniya Komeleya Japonya-Kurdistanê Vakkas Çolak pêştir ji Rûdawê re diyar kiribû ku ew yek di dîroka Japonê de yekem car e dibe.

Vakkas Çolak herwiha amaje bi yekê kiribû ku wan weke Komeleya Dostaniya Japonya-Kurdistanê û Komeleya Çandî ya Kurdî heta niha zimanê Kurdî fêrî zêdetirî ji 20 xwendekarên zanîngehê, akademisyen û rojnamegeran kirine.

Weke tê zanîn Tirkiyeyê hewl dabû ku perwerdeya bi kurdî ya li Japonê  asteng bike,  lê ew hewldana Tirkiyê ya li dijî zimanê kurdî bi ser neketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst