Kim Jong-un li Viyetnamê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Berî hatina roja civîna lûtkeya çaverêkirî ligel Serokê Amerîkayê li Viyetnamê, Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un bi trênê ber gihîşt paytexta Viyetnamê bajarê Hanoiyê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un biryar e rojên 27 û 28ê vê mehê, li bajarê Hanoiyê cara duyem bicivin.
Piştî Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un ji welatî xwe bi trênê di nav axa Çînê re derbas bû di heyama 60 saetan de gihîşt bajarê Hanoiyê.
Ev cara duyem e Trump û Kim têne ba hev û yekem lûtkeya herdu aliyan meha Hêzîrana sala 2018ê li Singaporê bû.
Di lûtkeyê de Trump û Jong-un gehiştibûn rêkeftineke destpêkê taybet bi dosyeya etomî ya Koreya Bakur.
Hhurgiliyên bernameyê civînan heta niha nediyar in, lê xuya ye ku behsa herî li pêş a gotûbêjan nehiştina çekên etomî ye û egera sivikkirina cezayên Amerîkayê ên ser Koreya Bakur e.
Koreya Başûr zêdetir ji her welatekî din, li benda encamên lûtkeyê ye û bi hêvî ye ev lûtke pêngaveke din a cîddî be di mijara paqijkirina nîvgravê ji çekên etomî.