Kim Jong-un li Viyetnamê ye

26-02-2019
RÛDAW
Nîşan Amerîka Koreya Bakur Viyetnam Donald Trump Kim Jong-un
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berî hatina roja civîna lûtkeya çaverêkirî ligel Serokê Amerîkayê li Viyetnamê, Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un bi trênê ber gihîşt paytexta Viyetnamê bajarê Hanoiyê.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un biryar e rojên 27 û 28ê vê mehê, li bajarê Hanoiyê cara duyem bicivin.

 

Piştî  Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un ji welatî xwe bi trênê di nav axa Çînê re derbas bû di heyama 60 saetan de gihîşt bajarê Hanoiyê.

 

Ev cara duyem e Trump û Kim têne ba hev û yekem lûtkeya herdu aliyan meha Hêzîrana sala 2018ê li Singaporê bû.


Di lûtkeyê de Trump û Jong-un gehiştibûn rêkeftineke destpêkê taybet bi dosyeya etomî ya Koreya Bakur.

 

Hhurgiliyên bernameyê civînan heta niha nediyar in, lê xuya ye ku behsa herî li pêş a gotûbêjan nehiştina çekên etomî ye û egera sivikkirina cezayên Amerîkayê ên ser Koreya Bakur e.

 

Koreya Başûr zêdetir ji her welatekî din, li benda encamên lûtkeyê ye û bi hêvî ye ev lûtke pêngaveke din a cîddî be di mijara paqijkirina nîvgravê ji çekên etomî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst