Almanya “kûçik û gurên har” ji Pêşmerge re dişîne!

27-02-2015
RÛDAW
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li gor ku artêşa Almanyayê li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, sibe (27ê Sibatê) wê firokeyeke tijî arîkariya leşkerî ber bi Hewlêrê ve bi rê keve. Herwiha firokeyeke din wê meha Adarê, ber bi Hewlêrê ve bê şandin.

Arîkarî ji parçeyên yedek yên ji bo erebeyên leşkerî yen beriya çend mehan ji Kurdistanê re şandî, ango parçeyên yedek ji bo modelên erebeyên leşkerî Dingo (kûçikên kovî), Wolf (gurên har) û Unimog, malzemeyên tendirustiyê, cilên leşkerî, kon û aletên çêkirina xwarinê, herwiha malzeme û madeyên tamîrkirin û pakkirina çekên ji pêşmergeyan re şandî, pêk tê.

Bi van herdu firokeyan Almanya wê bi giştî 100 ton arîkarî ji Kurdistanê re bişîne.

Pirraniya vê arîkariyê wê ji bo pêşmergeyan be, beşekî biçûk wê ji bo wan 30 leşkerên almanî be ku niha ji bo wezîfeyên perwerdeya pêşmergeyan li Kurdistanê ne.

 

Ji bilî şandina van arîkariyan, Almanya plan dike ku di demên pêş de çek û cebilxanê jî bişîne Kurdistanê.

 

Ji bilî şandina arîkariyê, dawiya vê hefteyê artêşa Almanyayê wê 30 pêşmergeyên din jî ji Kurdistanê bîne Almanyayê, da ku wan perwerde bike.

Perwerde wê di 2ê Adarê de li baregeha leşkerî ya bi navê Hammelburg bê kirin û heta 13ê Adarê bidome.

Beşeke sereke ya perwerdeyê, wê şêwazê bikaranîna rokêta antî-tank a bi navê MILAN be, ku Almanyayê hejmarek ji wan ji bo şerê pêşmergeyan li dijî DAIŞ şandibû Kurdistanê.

Di vê çarçoveyê de Almanya heta niha çendîn firokeyên tijî arîkariya leşkerî şandiye Kurdistanê, herwiha çend komên pêşmergeyan jî ji bo perwerdeyê aniye Almanyayê.

Herwiha beriya çend hefteyan hikûmeta Almanyayê biryar da ku 100 leşkerên almanî ji bo perwerdekirina pêşmergeyan bişîne Kurdistanê, bi vê mebestê wê navendeke leşkerî jî li Hewlêrê ava bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst