Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê: Em dê piştgiriya hevpeymanên xwe bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Pete Hegsethê ku wekî Wezîrê nû yê Parastinê yê Amerîkayê sonda xwe xwar, ragihand ku ew dê piştgiriya hevpeymanên xwe bikin.
Pete Hegsethê 44 salî piştî ku roja înê ji aliyê Senatoyê ve hat pejirandin roja şemiyê sonda yasayî xwar.
Wezîrê nû yê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegsethê got:
“Serbilindiya jiyana min e ku ez bûm pêşengê cengawerên Wezareta Parastinê.
Bi serokatiya Donald Trump ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar e, em dê berjewendiyên Amerîkayê bikin xala sereke û em qet jê venagerin.”
Wezîrê nû yê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegsethê her wiha anî ziman:
“Serok erkekî zelal daye me ku ew jî bidestxistina aştiyê ye bi rêya hêzê ye.
Em dê vê armancê bi 3 rêbazan bi dest bixin; vegerandina miameleya cengawerane, avakirina artêşa me û amadekirina zemîna dûrxistina gefan.”
“Divê dijmin hişyar bin”
Wezîrê nû yê Parastinê yê Amerîkayê da zanîn:
“Em dê zemîna dûrxistina gefan a bi rêya parastina niştiman li erd û asman bi dest bixin.
Em dê bi hevpeymanên xwe re li ser kêmkirina şerê li derdora Deryaya Pasîfîk ê ji aliyê Çîna komunîst ve bixebitin.
Em dê ji bo bidawîanîna şeran piştgiriya erkên pêşîn ên serok bikin.
Em dê piştgiriya hevpeymanên xwe bikin û divê dijmin jî hişyar bin.”
Senatoya Kongreya Amerîkayê roja înê namzediya Pete Hegseth qebûl kir.
Di encama dengdanê de Pete Hegsethê 44 salî di Senatoyê de ku 53 endamên Komariyan tê de ne, bi 51 dengên erê li hemberî 50 dengên na, bû Wezîrê nû yê Parastinê yê Amerîkayê.
Senatorên Komarî, Lisa Murkowskiyê ji Alaskayê, Susan Collinsê ji Maineyê û Mitch McConnelê ji Kentuckyê li dijî Hegseth deng da û di encamê de dengdan di 50-50 de ma.
Piştre Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance dengê xwe da Hegseth û wekhevî xerab kir û bi vî awayî Hegseth bi zorê Wezareta Parastinê bi dest xist.