Ciwanê Kurd bû şampiyonê Ewropayê: ‘Girîng e cîhan zanibe em Kurd in’

26-01-2025
Hêmin Ebdullah
Ferşad Gerdkane Alaya Kurdistanê bilind kir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ferşad Gerdkane Alaya Kurdistanê bilind kir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan European Jiu Jitsu Kurd Şampiyon
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Werzişvanekî Kurd li pêşbaziya “European Jiu Jitsu”yê madalyaya zêrîn stand.

Werzişvanê Kurd Ferşad Gerdkane di pêşbirka “jiu jitsu”yê de bû şampiyonê Ewropayê û lîstikeke xweparastinê ya Japonî ye.

Ferşad Gerdkane di pêşbaziya ku bi navê European Jiu Jitsu tê lidarxistin de di klasmana 94 kîloyan de bû şampiyon.

Dema ew li ser dika yekemîniyê rawestiya, alayeke mezin a Kurdistanê derxist û hejand.

Ferşad Gerdkane bi rêya Skypeyê bû mêvanê Diyasporayê û ragihand ku ev turnuva di asta cîhanê de pir girîng e û salê carekê tê lidarxistin.

Ferşad zelal kir ku pêşbazî li Ewropayê tê lidarxistin lê ji hemû cîhanê werzişvan beşdarî dibin.

“Min serkeftina xwe jî pêşkêşî Kurdistanê kir”

Ferşad diyar kir ku wî ev serkeftin pêşkêşî Kurdistanê kiriye û got:

“Dema min pilaya yekem bi dest xist, min biryar da Alaya Kurdistanê li vê meydanê bilind bikim û navê Kurdistanê bilind bikim û min wisa jî kir.

Min nasnav û serkeftina xwe jî pêşkêşî Kurdistanê kirin."

Ferşad Gerdkane amaje bi wê yekê kir ku lîstika fînalê gelekî zehmet bû lê fikra ku ew dê şampiyoniyê diyarî Kurdistanê bike ew motîve kiriye û anî zimên:

"Lîstikvanê li hemberî min yek ji lîstikvanên herî baş ên cîhanê bû lê min bi alîkariya Xwedê karî vê destkeftê ji bo Kurdistanê tomar bikim."

“Girîng e cîhan zanibe em Kurd in”

Werzişvanê Kurd amaje pê kir ku divê cîhan bi Kurdan bihese û destnîşan kir:

“Rast e ez li Belçîkayê dijîm û min dikarî alaya Belçîkayê bilind bikim lê girîng e cîhan zanibe em Kurd in.

Dil û mejiyê me her li Kurdistanê ye û ez bi her awayî hewl didim navê Kurdistanê bilind bikim.

Niha em yekem Kurd in ku me di vê astê de serkeftin bi dest xistiye û em dê ji bo werzişvanên din ên Kurd rê dilxweşker bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst