Li ser kuştina Gaffar Okan di navbera CHP û HUDAPARê de alozî derket

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) ji bo lêkolîna kuştinên kiryarên wan nediyar ên salên 90î û eşkerekirina kiryarên wan kuştinan pêşniyarnameyek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir.

Di Komcivîna Giştî ya Parlamentoyê de gotûbêj li ser pêşniyarnemeyê hat kirin.

Parlamenterên partiyên din ên siyasî nêrîna xwe derbarê pêşniyarnameyê de anîn ziman.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan got:

“Baş e eger xwediyê van kuştinên kiryar nediyar dewlet be yan jî li ser navê dewletê hatibin kirin kî dê darizandina van kujeran bike? Kî dê van kuştinan ronî bike?

Li vê derê hewl hatiye dayîn hinek tişt bên veşartin. Ji ber ku ji salên 90î û pê ve bi hezaran kesan canê xwe ji dest daye.”

Serokwekîlê Koma CHPyê Alî Mahîr Başarir berê mijarê da aliyekî din.

Li ser kuştina Rêveberê berê yê Ewlehiya Amedê Gaffar Okan sala 2001ê ji aliyê Hizbulahê ve HUDAPAR kir armanc.

“Çi karê we li vê parlamentoyê heye?”

Serokwekîlê koma CHPyê Alî Mahîr Başarir anî ziman:

“Hîn doh salvegera mirina Alî Gaffar Okan bû. Dema rêxistina terorî ya Hizbullahê ev kuştin pêkanî ti nîqaşek nebû.

Serokê giştî yê partiya we derket û got Hizbulah ne rêxistineke terorê ye lê herkes dizane Hizbullah rêxistineke hov a terorî ye.

Serokê we got em dikarin li Tirkiyeyê nîqaşê li ser xweseriyê bikin. Ez ji ber wê yekê bi hêrs im ku Partiya Dad û Geşadanê hûn anîne nav Parlamentoyê.

Ez dipirsim çi karê we li vê parlamentoyê heye? Ez ji we aciz im.”

Parlamenterê Dîlokê yê HUDAPARê bi komkujiyên piştî damezrandina komarê yên serdema CHPyê bersiva Başarir da.

Parlamenterê Dîlokê yê HUDAPARê Şehzade Demîr jî got:

“HUDAPAR sala 2012an hatiye damezrandin. Hûn bûyerên gelek berî wê tînin û hewl didin bixin stûyê HUDAPARê.

Wê demê em jî dê we ji hemû komkujiyên di serdema yek partitiyê de wek berpirs bibînin. Wê demê hûn jî kujer in.”

Di bûyerên kiryar nediyar ên salên 90î de behsa kuştina zêdetirî 17 hezar kesan tê kirin.

Li gorî Komeleya Mafên Mirovan ji sedî 80ê wan li Bakurê Kurdistanê bûn.

Pêşniyarnameya lêkolîna wan hemû kuştinan li parlamentoyê bi piraniya dengên AKP û MHPyê hat redkirin.