'Em piştgiriyê didin diyaloga Kurdan û Hikûmeta Sûriyeyê'

Astana (Rûdaw) - Astanaya paytexta Kazaxistanê careke din mazûvaniya gotûbêjên li ser çareseriya Sûriyeyê kir.

Gera 21ê ya Astanayê ya li ser dosyaya Sûriyeyê li Kazaxistanê bi serpereştiya welatên garantor (Rûsya, Tirkiye, Îran) û amadebûna şandeyên hikûmet û mixalefeta Sûriyeyê, Neteweyên Yekbûyî û welatên cîranên Sûriyeyê bi dawî bû.

Formata Astanayê careke din hat vejandin.

Danûstandinên şandeyên dewletên garantor ên Rûsya, Tirkiye û Îranê, herwiha hikûmet û mixalefeta Sûriyeyê, di roja duyemîn de jî bi hevdîtinên dualî berdewam kirin.

Encamnameya 21emîn xula gotûbêjên Astanayê di rûniştina giştî de, bi amadebûna hemû şandeyan, ji aliyê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Kazakistanê ve hat xwendin.

Li ser pirsa Rûdawê ya derbarê sedemên ku di encamnameyê de herî zêde mijarên girêdayî bi Rojavayê Kurdistanê cih girtiye, Serokê Şandeya Rûsyayê tekez kir ku Amerîka hewl dide bi destê Kurdan Sûriyeyê dabeş bike û pêwîstiya vê yekê bi helwêsteke hevpar heye.

“Em piştgiriyê didin diyaloya Kudan û Şamê”

 

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê yê Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev wiha anî ziman:

"Min pirsa we fêm kir, pirseke pir rast e. Dixwazim bi vê pirsê ve girêdayî balê bikşînim ser wê yekê ku min di axaftina xwe de êdî amaje pê kir ku sedema sereke ya aloziya heyî ya li Sûriyeyê, hebûna leşkerî ya neqanûnî ya Amerîkayê ye li Sûriyeyê.

Rewşa li rojhilatê Feratê jî pê ve girêdayî ye.

Eger tê bîra we, beriya çend salan, di serdema serokatiya Donald Trump de, Amerîkayê bîryar girt ku hêzên xwe yên serbzî ji Sûriyeyê vekişîne.

Hema yekser roja dîtir, nûnerên Kurdan li Şamê amade bûn û wan bi awayekî çalak bi Şamê re dest bi diyalogê kir û ne tenê pê re, bi me re û bi navbeynkariya me jî kirin.

Ew amade bûn ku hemû rêkeftinên mîna, "bicihkirina hêzên artêşa Sûriyeyê li rojhilatê Fieatê, tevlêbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk ya artêşa Sûriyeyê" û gelek sozên din pêk bînin.

Wan amadebûna xwe di pêkanîna van mijaran de nîşan da. Piştî ku Donald Trump di bin guvaşa der dora xwe û îdareya xwe de bîryar da ku hêzên Amerîkî li Sûriyeyê dimînin, pêgeha Kurdan yekser guherî û wan dev ji hemû binbariyan ku girtibûn ser xwe, berda.

Mixabin, ew îtaeta mezin a Rêveberiya, qaşo, Xweseriya Kurdî ye ku niha xwe li gorî qaşo Destûra xwe ya nû wekî Xweseriya Demokratîk a li Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê bi nav dikin.

Mixabin, wekî em dibînin, Amerîka bi awayekî rêk û pêk, heta ku li Sûriyeyê dimîne, bi awayakî çalak xeta xwe ya sepandina sazûmaneke federalî li ser Komara Erebî ya Sûriyeyê dimeşîne ku wekî prensîp, di van realîteyên siyasî yên heyî de nayê qebûlkirin.

Loma jî bê guman, em piştgiriya diyalogê dikin. Diyaloga navbeyna Kurdan û Şamê lê mixabin, ew diyalog baş nameşe û ne ji ber sûcê Hikumeta Sûriyeyê ku jê re amade ye.

Belkî, heta  ne ji ber sûcê Kurdan ku  ew jî amade ne piştgirî bidin diyalogê lê ji ber sûcê Amerîkiyan e. Ewên ku destûrê nadin danûstanên kûr bê kirin û nehêlin ku rêveberiya Sûriyeyê jî vê pirsê li gor xwe çareser bike.

Lê em dê hewildanên xwe di vê hêlê de bidomînin lê dîsa jî divê serokatiya Rêveberiya Xweseriya Kurdan bên ser wê têgihiştinê ku zû yan jî dereng leşkerên Amerîkî ji Sûriyeyê biçin û ew dê neçar bin ku arişeyên xwe bi desthilata navendî re çareser bikin, neçar bin bi Şamê re çareser bikin lê êdî bi tenê û bi serê xwe.

Loma jî divê ew, êdî ji niha ve encamên pêwîst  derxin. Wekî hûn dizanin, hema heftryek berê, Serokwezîrê Îraqê Sûdanî careke din daxwaza derketina hêzên Amerîkî ji Îraqê kir.

Dema ku hêzên Amerîkî li Îraqê nemînin, wekî hûn jî têdigihêjin, em êdî nikarin behsa mayîna hêzên Amerîkî li rojhilata Featê bikin.

Wekî ku em dizanin, aliyên Amerîkî êdî ragihandine ku amade ne pêşwaziya daxwaza Bexdayê bike û dest bi derxistina hêzên xwe yên serbazî ji erdê Îraqê bike.

Ev yek çend real e, em vê gavê nikarin misoger bin. Ev pêvako dikare demeke dirêj bikşîne, dibe ku çend salan jî bikşîne.

Wekî em dibînin, di wan demên dawî de Amerîka di bin hinceta rûbirûbûna terorîzmê de ku niha bûye moda. Pir bi asanî têdikeve erdê hin welatan bêyî rizamendiya rêveberiya wan û pir bi zehmetî jê derdikeve.

Tekane welatê ku ew zû jê derketin, Efxanistan bû. Ev yek pir baş tê bîra me hemûyan.

Lê li wir metirsiyeke rasteqîn a li ser jiyana leşkerên Amerîkî hebû, loma jî ew neçar man ku pir bi lezgînî bi rêkeftineke li gel Talîbanê, ji wir bicehimin herin.

Niha qet pir dûr nîne ku heman rewş li erdê Îraqê û li erdê Sûriyeyê jî rû bide.

Loma jî em di temasên xwe de li gel hevkarên xwe yên Kurd, her tim ji wan re dibêjin, 'Hevalno, divê temasên we bi hikumeta navendî re hebin û divê hûn li hev bikin. Ji ber ku hûn neçar in di nava dewleteke yekgirtî de bi hev re bijîn.' Spas."

Her li ser pirsa Rûdawê, şanderê Hikûmeta Sûriyeyê hebûna damezirîneyeke Xweserî û Rojavayê Kurdistanê red kir lê da zanîn ku Şam, Kurd jî tê de, li gel hemû aliyan ji bo diyalogê amade ye.

“Divê tenê rê bi Sûriyeyiyan bê dayîn ku bixwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin”

 

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Besam Sebax wiha pê de çû:

“Dixwazim du mijaran zelal bikim. Ya yekem ti tiştek bi van navan di nav axa komara Erebî ya Sûriyeyê de nîne.

Ev cor nav û têgeh hatine çêkirin û rewatiya wan nîne û bi ti awayî bingeheke wan a yasayî nîne.

Derbarê pêwendiyan û diyaloga Sûriyeyiyan, Hikûmeta Sûriyeyê ji bo van diyalogan vekiriye.

Me di çarçoveya lîjneya gotûbêjkirina Destûrê de li Cinevê diyaloga Sûrî-Sûrî bi milkdariya Sûriyeyê heye û Neteweyên Yekbûyî bi rê ve dibe.

Em li Dîmeşqê ji bo encamdana van diyalogan li gel Sûriyeyiyan amade ne.

Derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi taybetî Bakurê Rojhilatê Feratê, bi nêrîna me astengiya herî sereke hebûna neyasayî û nerewa ya hêzên Amerîkayê ye li ser axa Sûriyeyê ku serweriya Sûriyeyê bin pê dike.

Herwiha Sûriyeyiyan bi rêya dizîna petrolê û genim ji samanên xwezayî bê beş dike.

Bi nêrîna me hebûna hêzên Amerîkayê li axa Sûriyeyê berbesteke din e li ber nehiştina rêxistinên terorî yên li vê herêmê. Bi taybetî jî rêxistina DAIŞê.

Ji ber wê eger em bixwazin kilîla destpêkê ya gotûbêj û diyalogê bibînin nabe destwerdana biyanî û derve di vê diyalogê de hebe.

Divê tenê rê bi Sûriyeyiyan bê dayîn ku bixwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.”

Serokê şandeya Îranê û mixalefeta Çekdar a Sûriyeyê jî hebûna Rêveberiya Xweser a bi piştevaniya Amerîkayê, ji bo Sûriyeyê wekî pirsgirêka sereke destnîşan kir û diyar kir ku çareseriya krîza Sûriyeyê, hem bi têkoşîna li dijî terorê, hem jî  bi helwesteke hevpar a li dijî cudaxazîyê pêkan e.

“Em ti carî bi çavê cudahiyê li Kurdan temaşe nakin”

 

Serokê Şandeya Mixalefeta Sûriyeyê ya Astanayê Ehmed Tome Opozîsyona Sûriyê ji bo Astana Ehmed Tome ji Rûdawê re diyar kir ku ew di êrişên li ser HSDyê de sivîlan nakin armanc û Tirkiye hevbeşê wan ê sereke ye.

Ehmed Tome wiha got:

"Xala yekem bi ti awayekî ne rast e derbên leşkerî yên ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Niştîmanî ya ser bi mixalefetê ve arasteyî hêzên cûdaxwazên HSDyê dikin, zarok û xelkê sivîl bikin armanc. Me ev kar li dijî rejîma Sûriyetê jî nekiriye.

Xortên navçeya rojhilat kesûkarên me ne. Ez bi xwe jî xelkê navçeya rojhilat im.

Kurdên vê navçeyê xwîşk, bira û ezîzên me ne. Em bi ti awayî cûdahiyê di navbera Kurdan û pêkhateyên din ên Sûriyê de nakin.

Ji ber wê ez bersiva te didim ku armanckirina xelkê sivîl ne rast e.

Derbarê wê yekê gelo rewatiya van êrişan heye yan nîne, bi piştrastî rewatiya wan heye û em jî piştevaniya wan dikin.

Her kesek bixwaze zererê bide welatê me û hewl bide parçeyekî Sûriyeyê veqetîne û perçe bike ji bo bicihanîna projeyeke ku bi ti awayî pêwendî bi Sûriyeyê ve nîne, nabe em bi ti awayî danûstandinê li gel bikin.

Herwiha ew biryara sitemkarane ya li dijî welatiyên Ereb ên navçeya rojhilat hatiye dayîn ku piraniya wan ji hoz û êlên navçeyê ne, em bi ti awayî qebûl nakin danûstandinên xirab li gel wan bê kirin û sivkayetî û bêrêzî li hember wan bê kirin.

Divê em çawa li vê pirsê temaşe bikin? Artêşa Tirkiyê ji bo me hevpeyman û dost e. Dû erkan bicih dike.

Ya yekem erkê  xwe yê niştîmanî di parastina sînor û ewlehiya welatê  xwe de û ya duyem jî  parastina ewlehiya welatê me Sûriyan e.

Em jî li ser vê yekdeng in û wan ti carekê êş û azar nedane Sûriyan. Ew rûbirûyî çendîn grûbên çekdaran bûne ku ji çiyayên Qendîlê hatine. Herwiha ew ne Sûrî ne. Her ev grup li gor biryarên Neteweyên Yekbûyî rêxistinên terorî ne.

Derbarê wê gotina  ku tu dibêjî, mixalefet di jêr siya welateke din de ye. Ev ne rast e.

Hevpeymaniya me ligel birayên Tirk heye. Em li cem her welatek din dibin ku piştgiriyê li doza me ya mirovî û dadperweriya me li Sûriyê dike.

Derbarê wê propagandeya ku tu dibêjî, gotinên we berovajî nerînên destpêkirina kongreyê ne ku piştevaniyê li serweriya Sûriyeyê û yekparçeyiya ax û serbixweyiya wê dikin, nexêr birayê min ê rêzdar, ev qet ne berevajî gotar û helwêstên me ye.

Ev yekdeng e li gel ew nerînên ku me anîne ziman."