Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re: Em li bendê ne ku hevpeymanên me pabendî sizayên me bin

26-01-2023
RÛDAW
Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re: Em li bendê ne ku hevpeymanên me pabendî sizayên me bin
Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re: Em li bendê ne ku hevpeymanên me pabendî sizayên me bin
Nîşan Amerîka Iraq Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re li ser şandina dolar ji Iraqê bo Îranê û şikanadina dorpêçan ji aliyê çend bankên Iraqê ve ragihand, dorpêçên Washingtonê yên li ser Tehranê “bi berdewamê di cîbicîkirinê de ne” û Amerîka çaverê ye hemû hevpeymanên xwe pabendî wan sizayan bin.

Rêveberê buroya Rûdawê li Washingtonê Diyar Kurde roja Çarşemê di civîneke rojnamevaniyê de ji Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price pirsî, “Çi nîgeraniya we li ser şandina dolaran ji Iraqê bo Îranê heye û gelo we di van demên dawî de ti tedbîr li hember bankên bazirganî yên Iraqê girtine?”

Di bersivê de, Price got ku Amerîka Iraqê wek "hevpeyman" dibîne û "berdewam" bi hikûmetên hevpeyman û sektora taybet re di pêwendiyê de ye "ji bo agahdarkirina wan ji berfirehiya sizayên Washingtonê.

Li gorî medya Amerîkî Rezerva Federal a Amerîkî şandina diravên xwe yên elektronîkî ji bo Iraqê ji sedî 80 kêm kir ji ber ku hin bankên bazirganî dolaran dişînin Îran û welatên din ên di bin sizayên Amerîkî de ne. Di encamê de, dînarê nêzîkî 10 ji sedî ji nirxê xwe li hember dolarê winda kir û vê yekê jî wisa kir hawirdekaran û bazirganên Iraqî rexne li hikûmeta Sûdanî ya sê mehî bigirin.

Sûdanî got ku şandeke wezîrên Iraqî dê meha bê serdana Amerîka bike ji bo razîkirina Washingtonê ku şeş mehan şandina dolarên nû cîbicî neke ku ev yek bûye sedema "şermezariyê" ji bo kabîneya wî.

Diyar Kurde ji Ned Price pirsî ku di nava du hefteyan de dixwazin ji şanda Iraqî re çi bibêjin lê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê nexwest zelal bike û anî ziman, “Em hewl didin ku di pêş de li ser bûyeran daxuyaniyan nedin. Em ê di rojên pêş de zêdetir li ser peywendiyên xwe yên dualî bi hevkarên xwe yên Iraqî re eşkere bikin.”

Ned Price veneşart ku mijara pabendbûna bi sizayan dê yek ji mijarên danûstandinên Amerîka û Iraqê be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst