Rêwîtiya çalakvanekî Kurd li Kanala Îngîlîz

Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvanekî Kurd êvara Sêşemê bi 12 koçberan, ku di nav wan de herî kêm 2 zarok hebûn, bi mebesta ku derbazî Kanala Îngilîz bibe û balê bikişîne ser rewşa bêhêvî ya koçberan, û metirsiyên mezin ên ku pê re rû bi rû ne, li keştiyekê siwar bû.

Renc Pêşderî, çalakvanekî ku bi salan e behsa kirîza koçberên Kurd dike, di vîdyoyekê de ku demjimêr 01:00 sibeha roja Çarşemê li ser Instagrama xwe belav kir û got “Silav ji we re, ez li ser Instagramê zindî me li avên Fransayê û ber bi Brîtanyayê ve diçim… armanca min ji vê gerê ew e ku ez wek çalakvanekî Kurd li gel van koçberên Kurd bim û ji ber vê yekê min ev rîska mezin xistiye ser jiyana xwe, em ê pênc saetan di nav avê de bimînin.”

Pêşdarî ji bo ku balê bikişîne ser rewşa koçberên ku di şert û mercên nemirovî de asê mane, li seranserê Ewropayê geriyaye ku di nav wan welatên de Yunan, Belarûs, Polonya û Almanya jî hene.

Herwiha Pêşderî  karesata kanala Îngilîz bibîr xist û got “Weke tê bîra we, mixabin hejmarek ji beleman binav bûn û hejmarek ji koçberan jî mirin.”

Çalakvanê Kurd di vîdyoyê de dibêje piştî karesata meha Mijdara sala borî li kanala Îngilîz ku di encama noqbûna belemêkê ku 34 kes tê de bûn 27 kes ji wan miribûn, 2 jê kes rizgar bûbûn û 5 kes hej wenda ne, ew dixwaze balê bikşîne ser rewşa koçberan.

Di beşek vîdeoya xwe Pêşderî got “Em hewqas zêde nînin, di navbera 25-30 kesan de ne. Ez naxwazim biçim li Brîtanyayê bimînim. Tenê dixwazim şert û mercên van koçberan bizanibim.”

Renc Pêşdarî bi zimamekî di keştiyê re diaxive û dibêje belema ku ew bikar tînin nû ye û wiha berdewam dike “Haya ker kesî jê heye ku belem nû ye, me li ber çavên wan vekir.”

Li aliyê din Pêşderî li ser alîkariya polîsên Fransa û Brîtanyayê ya karesata 24ê Mijdara sala borî de ji koçberan pirs kir û wiha bersiv didin “Keştiya Fransî heya ku em digihîjin avên navneteweyî me dişopînin, carinan ew me dişopînin, carinan jî nakin, ev yek girêdayî rewşê ye.”

Renc Pêşderî di dema rêwîtiyê de waşana zindî jî dike û dibêje “Hezar û 300 kes weşana zindî temaşe dikin û 40 kes jî ecibandine.” Bikarhênerek jî şîrovekir û got “Li siwarbûna belemê te rîskeke mezin wergirt.”

Wêneyên li ser Instagrama Pêşderî nişan didin ku ew li gel komek koçberên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û malbatek ji parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê ku di nav wan de zarok jî di nav de ne ye.

Di vîdyoyeke Pêşderî de dîmenên dramatîk ên koçberên ciwan nîşan dide ku bi şev belem li ser pişta xwe hildigirin û sibeha din berê xwe didin perava Fransayê.

Pêşderî diyar kir tevî ku polîs dizanin zarok û jinên ducanî jî di nav koma koma koçberan de hene gaza rondikrêj bikar anîne û wiha got “Em 10 saet in li vir in, saet di 8an de em hatin vir da ku herin Brîtanyayê, lê polîsan avêtin ser cihê bûyerê û belemê qet kirin û piştre gaza rondikrêj bikar anîn. Koçberan xwe parastin û israr kirin ku dixwazin biçin û lê piştre polîsan gaza rondikrêj bikar anîn.”

Roja Çarşemê piştî nîvro eşkere bû ku belema biçûk a Pêşderî jî tê de bû nekarî derbasî kanala Îngilîz bibe. Piştî sê saet û nîvan di nav avê de, rayedarên Fransî ew koçber vegerandin Fransayê.

Li daneyên Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê di sala 2021an de zêdetirî 28 hezar û 300 kesan kanala Îngilîz derbas kirin, ev hejmar sê qatê sala 2020an in.