Hevdîtinên Serokwezîr Barzanî li Davosê: Dîplomasî û dîtina çareseriyê

26-01-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Lûtkeya Davosê Nêçîrvan Barzanî Dîplomasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya beşdarbûna Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê de, doh ligel çendîn serokwezîr, wezîrên derve û berevanî yên welatên Ewropa û Amerîkayê civiya.

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson, tekez kiriye ku piştgiriya garantîkirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê dikin û di kêmkirina aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî sipasiya rola Nêçîrvan Barzanî kiriye. Hevdem her şeva borî Serokwezîr Barzanî ligel Wezîra Berevaniyê ya Elmanya Ursula von der Leyen civiya.

 

Hevdîtinên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li 48. Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê, 23ê Çileya 2018ê dest pê kirin ku bi dehan serok û serokwezîrên welatên cîhanê beşdar in.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel şandeke Kurdistanê beşdarê foruma aborî ne û roja yekem dema dest pê kir beşdarî xwarineke êvarê bû ku serokê forumê saz kiribû û gelek serok û serokwezîrên welatên cîhanê amade bûn. Rojên piştre jî çendîn civîn û hevdîtin pêkanîn.

 

Roja Pêncşemê (25.01.2018) Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson civiya û rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

 

Roja berî wê jî di duyem roja foruma aborî de, Serokwezîr Barzanî ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya. Civîna Barzanî û Ebadî ya li Davosê kurt bû, lê pêşhateyên dawî yên danûstandinên lijneyên hatine pêkanîn gotûbêj kirin û biryar e di hefteyên dahatû de dîsan bicivin.

 

Di hevdîtin û civînên roja Pêncşemê de, Barzanî ligel Wezîra Berevaniyê ya Elmanya Ursula von der Leyen, Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau, Serokwezîrê Herêma Flanders a Belçîkayê Geert Bourgeois, Serokwezîrê Hollanda Mark Rutte û Serokwezîra Norveçê Erna Solberg civiya. Serokwezîrê Flandersê, hevdîtinên Barzanî li Davosê bo vê qonaxa Herêma Kurdistanê gelekî girîng pênase kirin.

 

Di vê derbarê de Serokwezîrê Herêma Flanders Geert Bourgeois ji Rûdawê re got: “Bi baweriya min peywendiyên siyasî yên serokwezîrê weyên gelekî baş hene û evna jî di vê qonaxê de bo Kurdistanê gelekî girîng e. Bi taybetî peywendiya ligel wezîrên Fransî û Elmanî û kesên din jî, ji wan Amerîka. Bi baweriya min ev yek jî bo wî gelekî girîng e ku niha ew hemû kesayetiyên siyasî li vir kom bûne û peywendiyên wî yên siyasî jî ligel wan hene.”

 

Çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê mijara serekî ya civînên şanda Herêma Kurdistanê û berpirsên welatên cîhanê bû. Di sêyem roja hevdîtinan de Barzanî ligel Cîgira Serokwezîra Swêdê Isabella Lovin û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian civiya.

 

Cîgira Serokwezîrê Swêdê di civînê de ragihand ku welatê wê hevra ye ligel şêwazê ku niha Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ligel Bexdayê daye pêşiya xwe. Herwiha piştgiriya welatê xwe jî bo mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê anî ziman.

 

Hêjayê gotinê ye Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Davosê gelek hevdîtinên din pêk anîn û li gor çavdêrên siyasî, pêkanîna van hevdîtinan bo paşeroja Herêma Kurdistanê girîng in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst