Panêla Ebadî li Davosê û gotinên ecêb li ser rola Îranê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê li Davosê behsa zanyariyên îstixbaratî yên derbarê DAIŞê de kiriye û ragihandiye, DAIŞ li Sûriyê xwe amade dike ku êrişî welatên derdorê û bi taybetî Iraqê bike. Heyder Ebadî herwiha got, ti bandora Îranê li Iraqê nîne.

 

Şanderê Rûdawê li Davosê Hêmin Lihonî behsa sêyemîn roja Korbenda Aboriya Davosê kir û got, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li Davosê bûn rojev, piştî ku şeva pêştir Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê civiyan.

 

Hêmin Lihonî da zanîn, aliyê iraqî daxuyaniyeke dûr û dirêj belav kir, ku bû sedema bertekan. Ebadî di panêla xwe de behsa wan xalan kir, ku di daxuyaniya hikûmeta Iraqê de hebûn, ji ber wê jî çedn demjimêran, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Davosê bersiva wî da û got, daxuyanî rast nîne û bê bingeh e.

 

Şanderê Rûdawê li Davosê dibêje, yek ji beşdarên civînê ji min re got, civîn tenê bo dema 7 xûlekan dom kiriye û ji wan re ecêb tê, ku di civîneke wisa de çawan behsa wan hemû mijarên di daxuyaniya hikûmeta Iraqê de, hatiye kirin. Hêmin Lihonî dibêje, wî beşdarê civînê herwiha behsa wê çendê jî kir, ku Ebadî di civînan de gelek nerm diaxive lê belê di daxuyaniyan de bi vî awayî hişk derdikeve, ku renge sedema wê yekê mijara hilbijartinan û rewşa navxwe ya Iraqê be.

 

Ebadî di panêla xwe ya li Davosê de, behsa qonaxa piştî DAIŞê li Iraqê kir û diyar kir, ku niha Iraq ewle û seqamgîr e û tekez kir, ku dema wê hatiye weberhênerên biyanî biçin Iraqê û wî welatî avedan bikin.

 

Şanderê Rûdawê li Davosê herwiha got, piştî gotarê, Ebadî li gel rojnamevanekî amerîkî axivî û behsa wê kir, ku Saziya Îstixbarata Iraqê zanyarî bi dest xistine, ku niha çekdarên DAIŞê li Sûriyê li navçeyên di bin kontrola YPGê de û herwiha navçeyên di bin kontrola milîsên girêdayî  rejîma Sûriyê de ne, xwe amade dikin, daku ji wan navçeyan êrişî welatên derdorê û bi taybet Iraqê bikin.

 

Şanderê Rûdawê da zanîn, Ebadî herwiha diyar kir, ku xweamadekirina DAIŞê li Sûriyê li ber çavê Amerîka û Rûsyayê tê kirin û tekez kir, ku ew fêm nake ku çima him Amerîka û him jî Rûsya li hember wê yekê bêdeng in.

 

Bi gotina Ebadî, DAIŞ dixwaze xwekujan ji Sûiyê ve bişîne welatên derdorê û dixwazin ku cardin vegerin Iraqê.

 

Hêmin Lihonî herwiha zêdetir behsa hevpeyvîna Ebadî û rojnamevanê amerîkî kir û got, rojnamevanên amerîkî derbarê rola Îranê di Iraqê de ji Serokwezîrê Iraqê pirs kir û Heyder Ebadî jî di bersivê de got; ti bandora Îranê li Iraqê nîne. Rojnamevanê amerîkî matmayî ma û ji Ebadî pirsî, gelo tu piştratsî ji wê yekê ku Îranê ti bandor li Iraqê nîne? Ebadî di bersivê de got, belê ti bandora Îranê li ser biryardanê li Iraqê nîne.