SIRBIYA - 7 hezar koçber di sira zivistanê de asê mane

26-01-2017
RÛDAW
Koçberên li Sirbiya di rewşeke zehmet de dijîn
Koçberên li Sirbiya di rewşeke zehmet de dijîn
Nîşan Sirbiya Belgrad Koçber Zivistan Asê
A+ A-

Belgrad (Rûdaw) - Li Serbiya bi sedan koçber, di keş û hewayeke sar de xwepêşandanek li dar xistin û daxwaz ji welatên Ewropayê kirin ku sînorên xwe li hemberî koçberan vekin.

 

Xwepîşanderan, ku beşekî berçav ji wan xelkê Efxanistan û Pakistanê bûn, çendîn sloganên cuda bilind kirin û daxwaza azadiya hatin û çûnê û vekirina sînoran ji berpirsên welatê Serbiya û welatên din ên ewropî kirin.

 

Rewşa koçberên li paytexra Serbiya, bajarê Belgradê jî xirab e û beşekî zêde ji wan di stargehan de dijîn.

 

Koçberên li Belgradê, bi sedema sermaya zivistanê piraniya wan nexweş ketine û pêwîstiya wan bi alîkariyan heye.

 

Nêzîkî 7 hezar koçber li Serbiya asê mane û li benda vekirina sînorên welatên Ewropayê ne, da ku derbasî welatên rojava û bakurê Ewropayê bibin.

 

Şepêleke sermayê ku welatên Ewropayê girtiye, rewşa jiyana koçberan zehmettir kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst