Şêwirmendê Erdogan “li ser sîxuriyê” li Almanyayê girtî ye

26-01-2015
RÛDAW
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Şêwirmendê berê yê serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û du kesên din bi tohmeta “sîxuriyê” li Almanyayê girtî ne, lê heta niha “ji tirsa” doz li hemberî wan nehatiye vekirin.

Muhammed Taha Gergerlîoglu şêwirmendê Erdogan bû, dema ku Erdogan hêj serokwezîrê Tirkiyeyê bû. Heta beriya girtina xwe Gergerlîoglu ji bo lêjneyeke girêdayî serokwezîrê nû yê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu kar dikir. Gergerlîoglu ku li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, herwiha di rêveberiya banka fermî ya Halk Bankê de jî kar dikir.

Li gor raporteke malpera almanî SPIEGEL ONLINE, ji bilî Gergerlîoglu du kesên din jî niha girtî ne û Gergerlîoglu bi wê yekê tê tawanbarkirin ku ji bo karê sîxuriyê li Almanyayê rêveberiya herdu kesên din kiriye. Gergerlîoglu bi vê yekê tê tawanbarkirin ku li Almanyayê ji bo MÎTa tirkî li ser kesên ji Tirkiyeyê û rêxistinên wan agahî berhev kiriye, bi taybetî derbarê kesên alîgirên tevgera Fethullah Gulen de.

Di 17ê Mijdara 2014ê de dozgeriya giştî bi tohmeta ku Gergerlîoglu û herdu kesên din li Almanyayê karê sîxuriyê kirine, daxwaza girtina wan kiribû. Piştî ku dadgehê ev daxwaza dozgeriyê qebûl kiribû, di 17ê Kanûna 2014ê de her sê gumanbar hatibûn girtin. Gergerlîoglu li Firokexaneya Frankfûrtê hat girtin. Gergerlîoglu û yek ji girtiyên din hemwelatiyên Tirkiyeyê ne, yê din jî hemwelatiyê Almanyayê lê bi eslê xwe ji Tirkiyeyê ye.

Li gor SPIEGEL ONLINE, dozgeriya giştî ji ber berdewamkirina lêkolînan amade nebû ku ti daxuyaniyan bide, lê ji zarê rayedarên ewlekariyê yên Almanyayê SPIEGEL ONLINE diyar dike ku “sûcên wan giran in”.

Gergerlîoglu (58 salî), endamê AKPê ye, weke kesekî dewlemend, dîndar û alîgirê baskê kevneperest yê AKPê tê hejmartin. Tevî ku hikûmeta Tirkiyeyê ev tawanbariya derbarê Gergerlîoglu û herdu kesên din de red kir jî, lê li gor SPIEGEL ONLINE hikûmetê du parêzer û du wergêr ji bo wan wezîfedar kirine.

Par jî bûyereke sîxuriyê di navbera hikûmetên Tirkiyeyê û Almanyayê de derketibû. Di Tebaxa 2014ê de îstixbarata almanî BND bi wê yekê hatibû tawanbarkirin ku li Tirkiyê karê sîxuriyê meşandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst