ATINA – Syriza dest bi xebatên koalîsyonê kir

 

 

Navenda Nûçeyan – Di hilbijartinên duhî li Yewnanistanê hatin kirin de Koalîsyona Çep a Tundrew serkeft. Piştî sala 1974an cara yekemîn e ku partiyek çep li Yewnanistanê dibe desthilatdar.

 

Serokê Syrizayê Aleksis Çipras duhî piştî ku encama hilbijartinan diyar bû wiha got: “Yewnanistan rûpelek nû vedike. Gelê Yewnanistanê dîrok nivîsand. Memorandum û Troyka di man raboriyê de.”

 

Çipras diyar kir ku ewê ji sibe pê de dest bi xebatên xwe bike û wiha domand: “Emê welêt li ser bingehên nû ava bikin.”

 

Heta niha ji dengan %94 hatine hejmartin û li gorî vê yekê jî Syriza %36,4 ji dengan standiyê û li gorî vê rejeyê jî 149 parlamenter bi dest xistiye. Li Yewnanistan ji bo ku desthilatiyê 151 parlamenter pêwîstin.

 

Çipras li gorî ve reja dengan hêj niha û pê de dest bi xebatên koalîsyonê kir. Herwiha Çipra di vê çarçoveyê de îro dê ligel partiya rastperêz  Yewnaniyên Serbixwe re hevdîtineke pêk bîne.