Senatorê Amerîkî: Eger Amerîka vekişe Tirk dê Kurdan qir bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê Amerîkî James Lankford li ser vekişîna Amerîkayê ya ji Rojavayê Kurdistanê got, "Eger Amerîka vekişe, Tirk dê li wê herêmê Kurdan qir bikin."

Senatorê Amerîkî yê Komariyan James Lankford ji medyaya Amerîkayê re bipêşketinên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nirxandin.

James Lankford got, "Tenê di çend rojên borî de, Amerîkayê nêzikî 100 êrişên asmanî li ser çeperên DAIŞê kirine.

Lê belê gelek Amerîkî nizanin ku Amerîka li vê herêmê hîn li dijî terorî bi taybetî li dijî DAIŞê têkoşîn dike.

Bi hezaran endamên DAIŞê di girtîgehên di bin kontrola Kurdan de ne, lewma ew herêm pir giring e."

Li Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 18 hezar jin û 22 hezar zarokên DAIŞê hene.

Her wihza zêdetirî 10 hezar çekdarên berê yên DAIŞê jî li zindanên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne.

"Tirk li dijî Kurdan di nava şerekî aktîf de ne"

Li ser vê yekê jî Lankford got, "Tirk, Kurdan terorîst dihesibînin û li dijî wan di nava şerekî aktîf de ne.

Û gelek caran ji sînorê Tirkiyeyê derbasî bakurrojhilatê Sûriyeyê bûne da ku bikarin êrişî wan hêzan bikin."

Di navbera 2016 û 2019an Tirkiye û komên çekdar ên nêzikî wê li hemberî Rojavayê Kurdistanê 3 operasyon kirin û Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê jî di nav de gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê dagir kirin.

"Tirk dê Kurdan qir bikin"

Li ser îhtimala vekişîna Amerîkayê ya ji Rojavayê Kurdistanê jî senatorê Amerîkî James Lanford wiha anî ziman:

"Eger Amerîka vekişe, em dê li wê herêmê belavbûna DAIŞê bibînin. Tirk dê li wê herêmê bi rastî Kurdan qir bikin.

Ji ber vê yekê ew dever di heman demê de herêmek pir hesas, pir dijwar e ku berjewendiyeke neteweyî ya Amerîkayê li wê derê heye.