Li Qazaxistanê balafir ket
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Aktauyê yê Qazaxistanê balafireke rêwiyan a Azerbeycanê ket ku sefera Bakû-Grozniyê dikir.
Wezareta Gihandinê ya Qazaxistanê ragihand ku li devera Aktauyê balafireke rêwiyan a Şirketa Rêhewayên Azerbeycanê (AZAL) ya ku ji Bakûyê diçû bajarê Grozniyê yê Çeçenistanê ketiye.
Li gorî agahiyan di balafirê de 72 kes hebûn û 25 kes rizgar bûn.
AZALê jî piştrast kir ku balafira cureya wê Embraer 190 e li nêzîkî bajarê Aktauyê ketiye.
Wezareta Rewşa Awarte a Qazaxistanê 72 kes hebûn di balafirê de 25 kes sax filitîn.
Qazaxistanê her wiha da zanîn k ji wan 22 kes rakirin nexweşxaneyê.
Hat gotin ku balafir ji ber ku li refên çûkan qelibiye qeza çêbûye û hûrgiliyên derbarê qezayê de paşê dê bên parvekirin.
#VÎDEO - Li Qazaxistanê balafireke rêwiyan ket
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 25, 2024
🛑 Li gorî agahiyên destpêkê, 72 kes di balafirê de bûn û piraniya wan mirine pic.twitter.com/Swc7d1VXub