Leopar zaroka 7 salî revand û parçe kir

25-12-2022
RÛDAW
Nîşan Hindistan Leopar Gujarat Mannat Rathod
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Gujarat a Hindistanê zarokeke 7 salî di êrîşa leoparê de bi awayekî hovane canê xwe ji dest da.

Roja Şemiyê li eyaleta Gujarat a Hindistanê keçeke 7 salî ku rastî êrîşa leoparê hat jiyana xwe ji dest da.

Li gor nûçeya NDTVyê, Berpirsê Daristana Vanthali Rangeyê LH Sujetra got ku keça bi navê Mannat Rathod a 7 salî dema ku bi dapîr û bapîrê xwe re ji bo cilşûştinê diçû ser çem ji aliyê leoparê ve hatiye kaşkirin û ew biriye.

Rayedaran ragihandin ku keç ji aliyê welatiyan ve rakirin nexweşxaneyê, lê bijîjkan mirina Rathodê ragihandine.

Hat diyarkirin ku ji bo girtina leoparê li herêmê gelek qefes hatine danîn.

Yek ji xizmên wê got ku zaroka piçûk piştî ku ji dibistanê vegeriyaye, bi israr xwestiye ku bi dapîr û bapîrê xwe re biçe şer çem.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst