Êrîşkarê Parîsê bo nexweşxaneya derûnî hat şandin

Hewlêr (Rûdaw) - Dema êrîşkirina ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ye li Parîsê. Êrîşkar piştî êrîşê hat girtin. Di encama vê êrîşî de 3 Kurdên ji Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Êrîşkarê 69 salî ji bo nexweşxaneya derûnî hat şandin.

Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin got, “Kujer Frensî ye û 69 salî ye. Ew ji aliyê saziyên îstîxbaratê ve nedihat zanîn û di ti dosyayên îstîxbaratê de navê wî nîne. Ji aliyê Servîsên Ewlekariyê û Daîreya Îstîxbaratê ya Parîsê ve jî nayê naskirin.”

Piştî van gotinên Wezîrê Navxwe hêrsa dîasporaya Kurd dest pê kir bû û alozî di navbera xwepêşandêran û hêza ewlehiyê de derket. Di aloziyan de otomobîl hatin şewitandin û kolan hatin rûxandin. Ew bawer dikin ku Kurd bi zanebûn hatine armancgirtin û dibêjin Fransayê nikaribûye dîasporaya Kurdî biparêze.

Lêpirsînerên polîsan diyar kirin ku ev êrîşeke "nijadperestî" bûye.

Cîgirê Serokê Kongra Gel Remzî Kartal got, “Ti peywendiya vî kesî bi Kurdan re nîne. Dema ku ew kes di girtîgehê de bû, ev yek plan kiriye û bi rê xistiye. Li pişt vê plan û rêkxistinê kî heye? Kê kesek ji girtîgehê derxist û hîşt ku êrîşî Kurdan bike? Li pişt vê planê kî heye? Erka hikûmeta li Parîsê ye ku vê tarîtiyê ronî bike.”

Êrîşkarê bi navê William M. şofêrê xanenşîn yê trênê ye. Di Kanûna sala borî de ji ber êrîşa ser kapmeke koçberan hatiye girtin û beriya êrîşa dijî navenda Kurd bi 11 rojan bi kefalet û çen mercan hatiye azadkirin.

Rêveberê Navenda Lêkolînê ya Fransa Taybet Bi Iraqê Adil Baxewan anî ziman, “Yek ji mercên William ew bû nabe ku bi ti awayî çek pê re be û makîneyek pê de bû, biçe ku polîs yekser dizane çûye ku. GPS pê re ye û dizanin bi ku de çûye.”

Di dawiyê de êrîşkar ji ber rewşa xwe ya tendirûstî ji girtîgehê hat derxistin û bo nexweşxaneya derûnî hate veguhestin. Ji ber vê yekê derketina wî ya pêşberî dadweriyê bo demeke nediyar hatiye paşxistin.