Ji ber sizayên li ser Rûsyayê rûble %20 nirxê xwe ji dest da

25-12-2022
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Rûsya Yekîtiya Ewropayê Siza Rûble
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Armanca sereke ya 9emîn paketa cezayan a Yekîtiya Ewropayê Kremlîn e. Li Brukselê amaje dikin ku ew dixwazin şiyana hikûmeta Rûsyayê ya fînansekirina şerê li dijî Ukraynayê qels bikin. Lê di pratîkê de karîgeriya cezayan bi Kremlînê re sînordar namîne.

Ji destpêka meha Kanûnê de, dirava neteweyî yê Rûsyayê %20 nirxa xwe ji dest daye. Darayîzan dan pê didin ku êdî tu amraz di destê Kremlînê de ne maye ku pêşî li vê meylê bigre.

Rêveberê Departmana Darayî ya Banka FINAMê Tîmûr Nîgmatulîn dibêje “Vê gavê, Banka Navendî, eger heta gelek bixwaze jî, nikare mudaxele li bazara diravê bike. Ji ber ku nikare dirava biyanî bikire an jî bifroşe. Dikare, lê pir bi zehmetî. Ew jî divê bi Çînê re li hev bike û bi alîkariya Yuanê mudaxele bike. Niha tenê mekanîzmeke maye, ew jî ciyawaziya navbeyna hinardekirin û hawirdkirinê  de ye. Hawirdekirin niha hinek tê ser xwe. Lê hinardekirin, berovajî, kêmtir dibe, ji ber cezayên nû. Û ev her du meyl ku ji hev dûr dibin, dibin sedema lewazbûna Rûbleyê.”

Tîgran tev bavê xwe nêzî 10 sal e ku vê atolyeyê vekirine. Wan mobîlyayên entîqe restore dikin. Mişteriyên wan bi giranî ji derveyî Rûsyayê, bi taybet ji Ewropa ne. Keresyên ku wan bikar tînin jî bi giranî ji derve tên.

Xwediyê atoleyeya restorasyona mobîlyayê Tîgran Alekseyevîç got “Bê guman, bilindbûna nirxa dolarê rasterast bandorê li karê me kiriye. Em bi amûr û keresteyên biyanî re kar dikin. Ew jî pir giran bûne. Karê me jî pir hessase, divê kalîte pir baş be. Pêwîste kereste û amûr jî bi kalîte berz bin. Kereste ku em pê kar dikin, niha 4 caran giran bûne. Hêvî dikin hikumet tedbîran bigre ku bazirgana biçûk têk neçe.”

Darayîzan dibêjin eger kêmasiya budceya Rûsyayê bi qasî 2 trîlyon rûble bê texmînkirin, wê hingê ji bo ku ev "qul" were girtin, divê nirxa dolar heya 75 rûbleyan berz bibe. Heta bi nêrîna analîstan, berî sala nû, dibe ku dolar bigihîje 80 rubleyê û euro jî  85 rûblî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst