Şaredariya herêma 10emîn a Parîsê Alaya Kurdistanê li avahiya xwe daliqand

25-12-2022
RÛDAW
Nîşan Êrîşa Parîsê Alaya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojek piştî êrîşa çekdarî ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê, şaredariya herêma 10emîn a Parîsê Alaya Kurdistanê li avahiya xwe daliqand.

Ji bo rêzgirtina qurbaniyên wê êrîşê, Alaya Kurdistanê li avahiya şaredariya herêma 10emîn a Parîsê hat bilindkirin û Alaya Fransayê jî heta nîvî hat daxistin.

Şaredariya herêma 10emîn a Parîsê û şaredara wê Alexandra Cordebard roja Şemiyê li ser hesabên xwe yên Twitterê wêneyek belavkirin ku Alaya Kurdistanê li avahiyê hatiye daliqandin.

Di yek ji wan wêneyan de Alexandra Cordebard li balkona avahiya şaredariyê bi Alaya Kurdistanê tê dîtin ku li kêleka alayên Fransa û Yekîtiya Ewropayê hatiye daliqandin.

Seroka Şaredariyê û çend berpirsên herêma 10emîn a Parîsê, ji bo hevxemiya bi Kurdan re, li Meydana Komarê li dijî êrîşa roja Înê ya ku di encamê de 3 welatiyên ji Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û 3 welatiyên din jî birîndar bûn, beşdarî xwepêşandanekê bûn.

Alexandra Cordebard di tweeteke de got, “Berpirsên hilbijartî yên herêma 10emîn a Parîsê ligel Kurdên Fransayê ne ku bi girseyî hatin ji bo rêzgirtina qurbaniyên êrîşa nijadperest a duh li kolana Ghou Dongye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst