Grûpa Wagner a kirêgirtî ya Rûsî gihişt Maliyê

25-12-2021
Mihemed Ibrahîm
Grûpa Wagner bi binpêkirina mafên mirovan tê tometbarkirin
Grûpa Wagner bi binpêkirina mafên mirovan tê tometbarkirin
Nîşan Malî Wagner Welatên Rojavayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyên Bamako ya paytexta Mali pêşwaziyê li hatina Grûpa Wagner a kirêgirtî ya Rûsî dikin, ku hikûmeta Mali daxwaz kiriye bên li wî welatî bicih bibin, daku alîkariya artêşa wê bikin dijî êrîşên cîhadiyan bo ser wî welatî.

Kebab Diallo, Nişteciyê Bamako, dibêje, “Tenê em dixwazin hikûmet bi berpirsayetiya xwe rabe û bibêje ji bo aştiyê, Mali amade ye rêkeftinê ligel  şeytan jî bike. Pêdiviya xelkê bi aştiyê heye. Li navçeyên bakur û navenda Mali aramî nîne. Em pêşwaziyê li her kesekî dikin ku alîkariya me bike bo cîbicîkirina aştiyê."

Grûpa Wagner berî niha beşdarî şerê Sûriye, Libya, Komara Afrîqaya Navend û Rojhilatê Ukraynayê bûbû û bi tohmeta binpêkirina mafên mirov, berî niha Yekîtiya Ewropayê ceza li ser ferz kiribû, herwiha dibêje ew ser bi bazirganê navdar ê Rûsî Yevgeny Prigozhin e ku kesayetiyekî nêzîkê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin e, lê Rûsya red dike ku ti peywendiyên wê bi hikûmetê ve hebin.

Fransa ku niha hêzên xwe li Mali belav kirine, ligel 14 welatên din ên Rojava dijî hatina Wagner bo Mali ye û dibêje,  bi hatina wan, dê rewşa ewlekariyê li wir aloztir bibe, lê xelkên malî pêşwaziyê li hatina Wagner dikin.

Lassana Z Coulibaly, Nişteciyê Bamako, dibêje, “Eger hêzên Rûsî bên, ez bawer im xelkê mali dê pêşwaziyê li wan bikin. Emê wan hembêz bikin. Bila hêzên Ewropî biçin cihê ku ew dixwazin. Xelk bi xwe daxwaza hatina hêzên Rûsî dikin, ne hikûmet.”

Grûpên cîhadî yên radîkal di sala 2012an de êrîşên xwe bo ser navçeyên bakurê Mali zêde kirin, piştre derbasî welatên Niger û Burkina Faso jî bûn, li ser sînorê Mali, vê yekê jî wiha kir ku Fransa 5 hezar leşkerên xwe li wir belav bike daku rê li pêşiya êrîşên wan grûpan bigire, herwiha plan dike heta 2023ê hejmara leşkerên xwe bo 2500- 3000 leşker kêm bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst