Li bajarê Nashville yê Amerîkayê teqîn çê bû

Hewlêr (Rûdaw) – Îro otomobîlek li navenda bajarê Nashville yê Amerîkayê ku weke Kurdistana Biçûk tê naskirin, teqiya û li gor medyaya Amerîkayê di encama bûyerê de heta niha ti kesî canê xwe ji dest nedaye, lê zirar gihîştiye çend avahî û bînayan.

Teqîn îro demjimêr 06:30 serê sibehê bi dema Nashville  (15:30 bi dema Hewlêrê) çê bûye. Medyaya Amerîkayê dibêje, polîs û stafa agirvemirandinê gihîştine cihê teqînê û lêkolîn derbarê bûyerê de dest pê kiriye.

Fermangeha Agirvemirandina Nashville ragihandiye, di encama teqîna îro de camên pencereyên çend malan şikestine. Heman sazî daxwaz jî dike, xelk ji cihê teqînê dûr bikevin.

Polîsê Nashville di kongreyeke rojnamevanî de amaje bi wê kir, raport gihîştine ber destê wan ku di dema lêkolîna di otomobîleke gumambar de teqînê rû daye û teqîn bi enqest bûye.

Li gor amarên Polîsê Nashville di encama teqînê de 3 kes birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.