Hewlêr (Rûdaw) – Îro otomobîlek li navenda bajarê Nashville yê Amerîkayê ku weke Kurdistana Biçûk tê naskirin, teqiya û li gor medyaya Amerîkayê di encama bûyerê de heta niha ti kesî canê xwe ji dest nedaye, lê zirar gihîştiye çend avahî û bînayan.
Teqîn îro demjimêr 06:30 serê sibehê bi dema Nashville (15:30 bi dema Hewlêrê) çê bûye. Medyaya Amerîkayê dibêje, polîs û stafa agirvemirandinê gihîştine cihê teqînê û lêkolîn derbarê bûyerê de dest pê kiriye.
Fermangeha Agirvemirandina Nashville ragihandiye, di encama teqîna îro de camên pencereyên çend malan şikestine. Heman sazî daxwaz jî dike, xelk ji cihê teqînê dûr bikevin.
Polîsê Nashville di kongreyeke rojnamevanî de amaje bi wê kir, raport gihîştine ber destê wan ku di dema lêkolîna di otomobîleke gumambar de teqînê rû daye û teqîn bi enqest bûye.
Li gor amarên Polîsê Nashville di encama teqînê de 3 kes birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.
Çend wêne piştî teqîna îro ya li #Nashville ya Amerîkayê, ku wek "Kurdistana Biçûk" tê naskirin.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 25, 2020
Wêne: Fermangeha Agirvemirandina Nashville pic.twitter.com/m2ytrZvN7K
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse