Mao Ning: Em li dijî binpêkirina serweriya welatan e

25-11-2024
RÛDAW
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ninge \ Wêne û vîdeo: Mehdî Fereç\ Rûdaw
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ninge \ Wêne û vîdeo: Mehdî Fereç\ Rûdaw
Nîşan Çîn Îraq Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ning
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ningê bersiv da pirsa Rûdawê û diyar kir ku Çîn li dijî binpêkirina serweriya welatan e û hewl dide aştî û îstîqrar li Rojhilata Navîn bi pêş ve biçe.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ningê bersiv da pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Çînê Mehdî Fereç.

Mao Ningê tekez kir ku Çîn li dijî binpêkirina serwerî û ewlehiya welatan û bikaranîna hêzê ne li Rojhilata Navîn.

Mehdî Ferec pirsî, "Îsraîl gefa êrîşa li ser Îraqê dixwe. Bi dîtina we her êrişek dikare zererê bide berjewendiyên we yên li Îraqê?" û Mao NingMaoê jî wiha bersiv da:

“Rewşa niha ya li Rojhilata Navîn gelekî aloz e. Divê hemû aliyên têkildar xwe ji zêdekirina metirsiyên ewlehiyê yên li herêmê dûr bixin.

Divê civaka navneteweyî, bi taybetî hêzên bi bandor, di kêmkirina aloziyên herêmî û çêkirina şert û mercên pêwîst de rolek çêker bilîzin.

Çîn dê bandor û hewldanên xwe yên ji bo pêşxistina aştî û aramiyê li herêmê nîşan bide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst