‘Bi dronê êriş li keştiya milyardarê Îsraîlî hat kirin’

Hewlêr (Rûdaw) – Rayedararekî ji parastina Amarîkayê ragihand ku droneke Îranê êrişî  keştiyeke konteynirê ya milyardarekî Îsraîlî kir.

Rayedarê ku nexwest navê wî were eşkerekirin  ji The Associated Pressê re axivî.

Li gorî wê, keştiya bi ala Maltayê ya ku xwediyê wê milyarderekî Îsraîlî ye, dema ku di ser Okyanûsa Hindê re derbas dibû ji aliyê droneke Îranê ve rastî êrişê hatiye.

Li gorî agahiyan, ew dron teqiyaye û wê zerer daye keştiyê.

Bi gotina wî rayedarî di êrişê de kuştî û birîndar nînin.

Heman rayedarê Amarîkî ragihand ku ew bûyerê ji nêzîk ve dişopînin.

Keştiya Symiya ya milyardarê Îsraîlî Idan Ofer e.

Piştî şerê Hemas û Îsraîlê, 19ê Çiriya Paşînê, Husiyên Yemenê ku Îran piştgiriya wan dike daxuyanî da û gotibû:

“Li hemberî berdewamiya êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê, em dê êrişê keştiyên Amarîkayê bikin.”