Girtiyan polîsê ku bûbû sedema mirina George Floyd da ber kêran

25-11-2023
RÛDAW
Nîşan George Floyd Çermreş Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mehkûman polîsê berê Derek Chauvin ê ku li Amerîkayê bû sedema mirina George Floyd ê çermreş di girtîgehê de da ber kêran.

Berpirsekî ku xwest navê wî neyê eşkerekirin ji Associated Pressê re li ser kêrkirina polîsê berê Chauvin, ku bû sedema mirina Floyd axivî.

Wî berpirsî ragihand ku Chauvin di Girtîgeha Federal a Arîzonayê ya ku cezayê xwe lê dikişand de, ji aliyê girtiyekî din ve bi derbên kêran hat birîndarkirin.

Di daxuyaniya Ofîsa Girtîgehan a Federal a Amerîkayê de, bûyera bi kêrê hat piştrastkirin lê navê Chauvin nehat bilêvkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku karmendên girtîgehê midaxele kiriye û bûyer xistiye bin kontrola xwe û wan girtiyê birîndar jî ji bo dermankirinê biriye nexweşxaneyê.

Bûyera George Floyd

Roja 25ê Gulana 2020ê, li bajarê Minneapolisê wîlayeta Minnesotayê ya Amerîkayê welatiyê çermreş ê Amerîkî George Floyd piştî 9 xulek û 29 çirkeyan di bin çokên polîsekî de ma, canê xwe ji dest da.

Piştî vê bûyerê, li seranserî Amerîkayê û Ewropayê jî, li dijî tepeserkirina çermreşan û serederiya xirab a polîsan, xwepêşandanên mezin bi rê ve çûn.

“Nikarim henaseyê bidim”, ev gotinên dawî yên George Floyd bûn ku qirika wî di bin çokên polîsekî çermspî Derek Chauvin bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst