Ji Netewên Yekbûyî derbarê Îranê de biryareke nû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxwaza Almanyayê û Îzlandayê û piştgiriya 49 welatên endam civîneke taybet ji bo gotûbêjkirina rewşa mafên mirovan li Îranê hat lidarxistin. Di civînê de pêşniyara erkdarkirina tîmeke lêkolînê ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi piraniya dengan hat qebûlkirin.

Di civîna Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de bang li rêveberiya Îranê hate kirin ku daxwazên gel ên wekheviyê binirxîne.

Heriwha di civînê de hate tekez kirin ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hijmara cezayên darvekirinê ji 400 kesî derbas bûye û 85 girtî li benda darvekirinêne û rewşa mafên mirovan li welat her ku diçe xirabtir dibe.

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) pêştir bang li hikûmeta Îranê kiribû ku zextên li dijî xwepêşanderan rawestîne, lê Tehranê di konseya taybet a Mafên Mirovan de derbarê rewşa xirab a mafên mirovan a welat de, nerazbûn nîşan da, û ew destpêşxerî wek mebesta siyasî bi nav kir.

Civîna roja Pêncşemê ya li Cenevreyê hewla herî dawî ya navneteweyî ye ji bo fişarê li ser Îranê li ser tepeserkirina wê, ku berî niha cezayên navneteweyî û tedbîrên din kişandine.

Wezîra Derve ya Alman Annalena Baerbock, ku di konseyê de amade bû, got ku rewş "ezmûneke wêrekiya me ye."

Annalena Baerbock ragihand “Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina serweriya her dewletekê hate damezrandin, lê rejîmeke ku vê hêzê ji bo binpêkirina mafên gelê xwe bi kar tîne, nirxên me yên Neteweyên Yekbûyî binpê dike. Gelek caran me bang li Îranê kiriye ku rêzê li van mafan bigire da ku destdirêjiya tund li ser xwepêşanderan, rijandina xwînê, kuştinên keyfî, girtinên komî, cezayên darvekirinê rawestîne. Tekane bersiva ku me stend tundûtûjî û mirina zêdetir bû.”

Di civînê de Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk axivî û got “Em di nava krîzeke tam de ne. Dîtina wêneyên zarokên hatine kuştin, jinên li kolanan tên lêdan û kesên hatine darvekirin min diêşînin. Xelkê Îranê ji hemû beşên civakê, ji hemû etnîsîteyan, ji hemû temenan, daxwaza guhertinê dikin. Ev xwenîşandan ji ber înkarkirina azadiyên demdirêj, di newekheviyên qanûnî û avahîsaziyê de, nebûna gihandina agahiyê û girtina înternetê de ne. Ez bang li rayedaran dikim ku tavilê dest ji tundûtûjiyê û çewisandina li dijî xwepêşanderên aştiyane berdin û hemû kesên ku ji ber xwepêşandanên aştiyane hatine girtin serbest berdin, her weha bi awayekî girîng, ku cezayê darvekirinê rakin.”

Binpêkirinên mafan dê bên lêkolînkirin

Li aliyê din di civînê de pêşniyara erkdarkirina tîmeke lêkolînê ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi piraniya dengan hat qebûlkirin.

Di rûniştina taybet a Konseyê de, îdiayên binpêkirina mafan ji ber destwerdana hêzên ewlehiyê di xwepêşandanên Jina Emînî de ku ji 16ê Îlonê ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dikin, hatin gotûbêjkirin.

Di dawiya civînê de, pêşnûmeya biryarê ji bo erkdarkirina tîmeke lêkolînê ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafan pêşkêşî konseyê hat kirin.

Pêşnûmeya ku ji aliyê Almanya û Îzlandayê ve hatî pêşkêş kirin, ji aliyê 25 welatan ve di nav de Dewletên Yekbûyî û gelek welatên Ewropî, Amerîkaya Latîn, Asya û Afrîkayê vehate piştgirîkirin. Şeş welat Çîn, Pakistan, Kuba, Erître, Venezuela û Ermenistan li dijî vê tevgerê derketin û 16 welat jî bêalî man.

Li gorî biryara ku hatiye standin, NY dê şandekê ji bo lêkolînkirina îdiayên binpêkirina mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê erkdar bike.