Koçberekî Kurd: Polîsên Fransayê her tim li pey me ne

25-11-2021
Zinar Şîno
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsên Fransayê li devera Dankixek a li bakurê wî welatî, cihên ku koçberan li nava daristanan ji xwe re çêkirine û têde diman têk didin.

Bi sedan koçber beriya ku xwe bigihînin Brîtanyayê bi dehan rojan li li devera Dankixek dimînin ku piraniya wan Kurd in. Koçberên ku li wir dimînin niha bêmal in û bi hatina zivistanê re rewşa wan xirab bûye.

Hêzên ewlehiyê yên Fransayê, ji bo derkirin û dûrkirina koçberên neyasayî ku xwe gihandinê sînorî wî welatî ketine liv û tevgerê.

Koçberan di mercên dijwar ên vê payîz de hemû tişt dane ber çavên xwe û didin rêyên welatên Ewropayê. Koçber ji bo cihek germ û pariyek nan li derdorê bajarokê Grand Sintê belav dibin.

Koçberê Kurd Ebdurehman dibêje ji kerba Kurdên bêyî tifaq, wî nasnavê xwe kiriye Efxanî û kulavê Efxanan dane ser serê xwe.

Penaxwazî ji Başûrê Kurdistanê Ebdurehman got: “Ji sala 2016an ve ez ji Kurdistanê derketime. Ez li Yûnan û çend welatên din mam. Ji bo van zarokên hejar daxwaza jiyaneke baş dikim. Zarok li ser van cedeyan mirin. Divê desthilatdar ligel mirovên jar bin.”

Piraniya wan koçberan Kurd in ên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne, lê koçberên Efxanî û Afrîqî jî di wan de hene. Gencên Kurdan ji ber rewşê ji Kurdistanê aciz bûne.

Koçberekî din jî da zanîn ku polîsên Fransayê her tim li pey wan e, û ew ji ber mercên xirab naxwazin vegerin Herêma Kurdistanê.

Di heftyekê de bo cara duyemîn polîsên Fransî bi ser cihê kombûnên koçberan li bajarê Dankîxkê de digirin û vala dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst