Hewlêr (Rûdaw) - Îro, 25ê Mijdarê 2021, roja nehiştina tundûtûjiya dijî jinan e û li gor raporteke Netewên Yekbûyî, rojane li seranserê cîhanê 137 jin ji aliyê endamên malbata xwe ve tên kuştin.
Li gor Neteweyên Yekbûyî li seranserê dinyayê nêzîkî 736 milyon jin, wate ji her sê jinan yek, di jiyana xwe de carekê, an ji aliyê hevjînê xwe yan ji aliyê kesên li derveyî malbata xwe ve rûbirûyê lêdan an tundûtûjiya destdirêjiyê bûne.
Li gor raportê, temenên ji %30yê wan jinan ji 15 sal û mezintir in
Piraniya jinan, wate 640 milyon jin, an ji aliyê hevjînê xwe yê niha yan ê pêştir rûbirûyê tundûtûjiyê bûne.
Keçên temenê wan 15 heta 19 salan ku zewicî ne an destgirtî ne, ji her çaran yeka wan ji aliyê hevjîn an hevbeşên xwe ve rûbirûyê tundûtûjiya laşî yan destdirêjiyê bûne.
Piştî belavbûna vîrusa Coronayê, tundûtûjiya li dijî jinan zêdetir bûye û li hinek welatan peywendiyên telefonî yên jinan bo daxwaza alîkariyê ji navendên rûbirûbûna tundûtûjiya dijî jinan pênc caran zêdetir bûne.
Li seranserî dinyayê, %6ê jinan eşkere kiriye, ku ji aliyê hin kesan ve tundûtûjiya destdirêjiyê li hember wan hatiye kirin ku ne hevjîn û ne jî xoşewîstên wan bûne.
Rojane 137 jin ji aliyê endamên malbata xwe ve tên kuştin.
Ew jinên tundûtûjî li hember wan tên kirin kêmtir ji %40ê wan gilî tomar dikin an daxwaza alîkariyê dikin.
Tundûtûjiya li dijî jinan li wan welatan zêdetir e ku dahata wan kêm e.
Îro (25/11/2021) roja nehiştina tundûtûjiya dijî jinan e
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 25, 2021
Bi boneya vê rojê li ser Kela Hewlêrê dirûşma `Cîhanê Pirteqalî Bike` hat nexşandin
📸Bilind Tahîr/ #Rûdaw pic.twitter.com/zXAF5pCOQU
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse