Li Meksîkayê di goreke bi komî de 113 term hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Jalîscoyê ya dikeve rojavayê Meksîkayê gorek komî ya veşarî hat dîtin.

Dozgeriya Eyaleta Jaliscoyê ragihand ku li bajarê El Saltoya ser yê Jaliscoyê di lêgerîna nav erdekî de goreke komî ya veşartî hat dîtin û jê 113 terme derketin.

Li gor lêkolînên destpêkê li ser terman hat kirin, 30 kes ji alî malbatên xwe ve hatin naskirin.

Ji bo naskirina nasnameya cesedên mayî jî xebat û lêkolîn berdewam in.

Li gor rapora Komîsyona Lêgerîna Neteweyî ya Wezareta Navxweyî ya Meksîkayê di navbera salên 2006-2020î de li Jalîscoyê 897 gorên veşartî hatin tespîtkirin.

Li seranserê wî welatî ji sala 2006an heta niha 4 hezar û 92 gorên veşartî hatin vekirin û ji wan goran 6 hezar û 900 term hatine derxistin.