Kurdên Ewropayê: Cenazeyê me li Kurdistanê veşêrin

Helsînkî (Hewlêr) – Welatiyekî kurd ê bi navê Sînan, ligel jinekî swêdî zewicî bû û di 48 saliya xwe de jiber penceşêrê jiyana xwe jidest da. Hevjîna wî termê wî şewitand û beşek ji xweliya wî xiste nav şûşeyê û binax kir.


Lê ev yek bû sedema pirsgirêkek mezin di navbera xizmên Sînan û hevjîna wî de. Xizmên wî dixwestin termê wî li Kurdistanê veşêrin, lê jina swêdî bi ya xwe kir û term şewitand.

 

Mamê Sînan, Şevket Mûrad dibêje, “Eger polîs neketina navberê dê xwîn bihata rijandin. Şewitandina termê Sînan, xwîşk û birayên wî gelek êşand û bi vî awayî em ligel xizmên wî şermezar bûn.”

 

Zêdetirî 200 hezar penaberên kurd li welatên îskandînavya û bakûrê Ewropayê dijîn. Hêviya wan ew bû ku li Ewropa bijîn lê piraniya wan dixwazin rawestgaha dawiya jiyana wan Kurdistan be, qet nebe, cenazeyên wan li Kurdistanê bê veşartin.

 

Heme Emîn Serac ku kurdekî 72 salî ye û li Osloya paytexta Norveçê dijî, dibêje, “Ez bawer nakim ew hinde jiyana min mabe. Hez dikim êdî herim Kurdistanê û li wir bêm veşartin.”

 

Heme Emîn ji bo hinartina cenazeyê xwe jî hinek pere kom kiriye û diyar dike, “Hest pê dikim ku giyana min aram nabe eger cenazeyê min li bajarê min neyê veşartin.”

 

Hinek kurdên li Ewropayê di wê baweriyê de ne ku eger cenazeyên wan li welatekî biyanî bê veşartin dê bikevin gunehê. Lê melayê bi navê Hecî Elî ku li mizgeftekî Swêdê melatiyê dike ji Rûdawê re got; “Ti guneha bixakspartina li welatekî biyanî nîne. Lê şewitandin û xwelî spartina axê sedî sed heram e.”

 

Hinek ji kurdan jî dixwazin ku termên wan bên şewitandin û xweliyê wan li Kurdistanê bê veşartin.

 

Hinek ji kurdan jî navê xwe tomar kirine ku piştî mirina wan, kesên din sûd ji endamên laşên wan werbigrin.

 

Emîn yek ji wan kesan e ku dibêje, “Min endamên leşê xwe bexşî ye û ti pereyan jî naxwazim. Li gorî agahiyên min tenê li Fînlandiyayê zêdetirî 500 kurdan endamên cane xwe bexşî ye.”

 

Mamostayên ayînî yên Swêdê diyar dikin ku bexşîna endamên laşî xêrekî mezin e jiyanê dide kesên din lê bi wê mercê ku li hember de pere ji yê beramber neyê wergirtin.

 

Li welatên Îskandînavyayê xerca veşartina canazeyekî nêzîkî 4 hezar dolar e. malbat vê xercê dikin. Lê eger malbat nekarin vê xercê bikin, dewlet bixwe dike lê wê demê jî li gorî rêşêunên dewletê cenaze t3en veşartin.

 

FIN navê wê şîrketê ye ku li welatên Swêd, Fînlandiya û çend welatekî din karê veguhestina cenazeyan dike. Li gorî agahiyên vê şîrketê, herî zêde kurdên Başûrê Kurdistanê dixwazin termên wan bişînin Kurdistanê.

 

Eva Jhonson ku karmendê şîrketa FIN e, ji Rûdawê re got; “Her sal zêdetirî 100 term ji Swêd, Norveç, Danîmarka û Fînlandiyayê ve dinêrin Kurdistanê. Xercê wan ji 300 hezar euroyan derbas dike.”

 

Ji bo şandina her termekî bo Başûrê Kurdistanê, nêzîkî 7 hezar euro diçe.  

 

Karên fermî pirsgirêkek mezin e

 

Emcet Nasîh yek ji wan welatiyên Kurdistanê ye ku li pêşiya Balyozxaneya Iraqê li Stokholmê rawestiyaye û li hêviya xilasbûna karên fermî yên belgenameyan e.

 

Ew dibêje, “Ez bêzar bûm. Bavê min 2 hefteye miriye û ev 11 roj in ez hatin û çûna balyozxaneyê dikim. Dixwazim cenazeyê bavê xwe bişînim Hewlêrê lê karê frmî hê jî xilas nebûye.”

 

Karê fermî yê veguhestina cenazeyan li balyozxaneyê tê kirin lê kurd ji vî karê rûtin pir bêzar in. ew dibêjin carina term mehekî tên sekinandin.