Koçberên Sûriyê diçin Sûdan

25-11-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hejmarek koçberên Sûriyê ji welatê xwe bar kirine û berê xwe dane Sûdanê.

En koçber beşek in ji 4 milyon sûrî yên ku ji ber şer û pevçûnên li welatê xwe koçber bûne.

Piraniya koçberên Sûriyê berê xwe dane welatên cîran: Libnan, Tirkiye, Urdin û Herêma Kurdistanê. Herwiha di dema dawî de berê xwe didan Ewropa, lê niha piştî êrişên Parîsê, hinek ji wan berê xwe didin welatî Sûdan û li wir navê xwe tomar dikin.

Ew koçberên ku çûne Sûdan dilgiran in ji ber nirxê kelûpelan û xwarinê yê biha û dibêjin, ji bo ku debara jiyana xwe bikin divê gelekî kar bikin, lewam daxwaza alîkariyê ji hikûmeta wî welatî dikin.

Rewşa wan koçberan pir xerab e û tevî ku ji aliyê saziyên navdewletî alîkariya wan tê kirin û xwarinê didin wan, lê ew alîkarî ne di asta pêwîst de ne û eger hejmara koçberan zêde bike dê rewş wan aloztir bibe.

UNHCR a ser bi Yeteweyên Yekbûyî dibêje, hejmara koçberên ku li Sûdanê dimînin nêzîkî 280 hezar kes e û ji wan jî kêm ji Sûriyê ne, lê dibe ku hejmara wan zêdetir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst