Civîna Konseya Ewlehiyê: 'Îsraîlê zêdetirî 116 caran êrişî Sûriyeyê kir'

25-10-2024
Sinan Tunçdemir
Civîna Konseya Ewlehiyê/Wêne: Rûdaw
Civîna Konseya Ewlehiyê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Konseya Ewlehiyê ya NYyê Neteweyên Yekbûyî Sûriye
A+ A-

New York (Rûdaw) – Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa Sûriyeyê civiya.

Şandeyê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Petersen di civîna Konseya Ewlehiyê de hişyarî da.

Geir Petersen bangî hemû alîyan kir ku li herêmê alozî werin kêmkirin û li Xezeyê jî agirbest were ragihandin.

Şandeyê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê da zanîn ku heger alozî kêm nebin şer dê li temamiya Rojhilata Navîn belav bibe.

Petersen diyar kir ku êrişên Îsraîlê yên di nav axa Sûriyeyê de dest pê kirine û şer û pevçûnên li Sûriyeyê girêdayî şer û pevçûnên Xeze û Libnanê ye.

Şandeyê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Petersen di civîna Konseya Ewlehiyê de anî ziman:

“Meha borî êrişên herî bilez û berfireh a Îsraîlê dît ku wekî êrişên hewayî yên herî mezin ên di nav 13 salan de tên dîtin.

Bi dehan cih, deverên niştecihbûnê jî di nav de li seranserî Sûriyeyê hatin topbarankirin, heta di dilê Şamê de jî.

Bi tevahî, Hikûmeta Sûriyeyê dibêje ku Îsraîlê ji 7ê Çiriya Paşîna 2023yan ve zêdetirî 116 caran êrişî axa Sûriyeyê kiriye û ev eriş bûne sedema mirina zêdetirî sed hezaran kesan.”

Li aliyê din, her çi qas raporên NYyê dibêjin ku Sûriye ji bo vegerandina penaberan ne ewle ye jî nêzîkî nîv milyon kes ku zêdetirî wan jî Sûriyeyê ne ji ber şerê li Libnanê koçî Sûriyeyê kirine.”

“Bandora wê ya xirab a li ser rewşa mirovahiyê”

Endama NYyê ya Karên Mirovî û Koordînatora Alîkariya Awarte Edem Wosornuyê jî da zanîn:

“Ev çend meh in me dilgiraniyên xwe yên li ser xetereyên zêdebûna pevçûnan ên li Rojhilata Navîn anî ziman.

Her wiha em niha bandora wê ya xirab a li ser rewşa mirovahiyê dibînin.

Ji 23yê Îlonê ve, zêdetirî 425 hezar kesî ji Libnanê reviyane Sûriyeyê.

Ji sedî 72yê wan ji Sûriyeyê ne û ji sedî 60ê wan jî zarok in.”

Di civînê de raportorê NYyê bangî hemû alîyan kir ku rêz li mafên mirovan bigirin û ji bo bipêşveçûnê berpirsyarîya xwe nîşan bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst