Joyce Blauyê koça dawî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Pispora ziman û wêjeya Kurdî, zimanzan Joyce Blauyê koça dawî kir.
Ew sernivîsera kovara Kurdish Studiesê bû û li Enstîtuya Neteweyî ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilat (INALCO) mamostetî kiriye.
Joyce Blau Kurdnas û profesora Enstîtuya Neteweyî ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilat (INALCO) û yek ji damezirêner û birêvebirên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bû.
Joyce Blau sala 1932yan li Qahîreya paytexta Misirê ji dayîk bû.
Di salên 50î de wê koçî Fransayê kir û dest bi hînbûna zimanên Erebî, Farisî û bi taybetî zimanê Kurdî kir.
Li Parîsa paytexta Fransayê xwendekara Kamûran Bedirxan bû.
Blau di warê Kurdnasiyê de lêkolîner û nivîskareke bi navûdeng e.
Joyce Blau doktoraya xwe ya Kurdî ji Zanîngeha Sorbonnê wergirt û li wir mamostetiya Kurdî jî dikir.
Joyce Blau xwedî gelek berhemên edebî ye, ji wan ya herî girîng ferhenga Zimanê Kurdî/Frensî/Îngilîzî ye ku ferhenga yekem a di vî warî de ye ku li Fransayê derketiye.
Her wiha Joyce Blau ferhenga Kurdî-Fransî û gotarên li ser bikaranîna zimanê Kurdî di Soranî û Kurmancî de nivîsandine û gelek berhemên wêjeyî wergerandine.
Li ser Keleha Hewlêrê 13ê Gulana 2023yan bi beşdariya wê, Pirtûkxaneya Joyce Blauyê hat vekirin.
Konsûlê berê yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies li ser hesabê xwe yê Xê derbarê Pirtûkxaneya Joyce Blauyê de parvekirinek kiribû.
En présence de Mme Joyce Blau a été inaugurée la bibliothèque qui porte désormais son nom au sein de l'Institut français du Proche-Orient d'Erbil, en hommage à cette femme exceptionnelle, pionnière des études kurdes en France et soutien indéfectible de la cause des Kurdes. pic.twitter.com/iGP04uwpdj
— Olivier Decottignies (@O_Decottignies) May 13, 2023
Hinek berhemên wê:
Pirsa Kurd, lêkolîneke civakî û dîrokî ya sala 1963yan
Kurdên Amediyê û Çiyayê Şingalê - Analîzên Zimannasî û Deqên Folklorî (1975)
Cihûyên Kurdistanê (1985)
Kelepûra Kurdî (2012)