Joyce Blauyê koça dawî kir

25-10-2024
RÛDAW
Nîşan Joyce Blau Enstîtuya Kurdî ya Parîsê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pispora ziman û wêjeya Kurdî, zimanzan Joyce Blauyê koça dawî kir.

Ew sernivîsera kovara Kurdish Studiesê bû û li Enstîtuya Neteweyî ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilat (INALCO) mamostetî kiriye.

Joyce Blau Kurdnas û profesora Enstîtuya Neteweyî ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilat (INALCO) û yek ji damezirêner û birêvebirên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bû.

Joyce Blau sala 1932yan li Qahîreya paytexta Misirê ji dayîk bû.

Di salên 50î de wê koçî Fransayê kir û dest bi hînbûna zimanên Erebî, Farisî û bi taybetî zimanê Kurdî kir.

Li Parîsa paytexta Fransayê xwendekara Kamûran Bedirxan bû.

Blau di warê Kurdnasiyê de lêkolîner û nivîskareke bi navûdeng e.

Joyce Blau doktoraya xwe ya Kurdî ji Zanîngeha Sorbonnê wergirt û li wir mamostetiya Kurdî jî dikir.

Joyce Blau xwedî gelek berhemên edebî ye, ji wan ya herî girîng ferhenga Zimanê Kurdî/Frensî/Îngilîzî ye ku ferhenga yekem a di vî warî de ye ku li Fransayê derketiye.

Her wiha Joyce Blau ferhenga Kurdî-Fransî û gotarên li ser bikaranîna zimanê Kurdî di Soranî û Kurmancî de nivîsandine û gelek berhemên wêjeyî wergerandine.

Li ser Keleha Hewlêrê 13ê Gulana 2023yan bi beşdariya wê, Pirtûkxaneya Joyce Blauyê hat vekirin.

Konsûlê berê yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies li ser hesabê xwe yê Xê derbarê Pirtûkxaneya Joyce Blauyê de parvekirinek kiribû.

Hinek berhemên wê:

Pirsa Kurd, lêkolîneke civakî û dîrokî ya sala 1963yan

Kurdên Amediyê û Çiyayê Şingalê - Analîzên Zimannasî û Deqên Folklorî (1975)

Cihûyên Kurdistanê (1985)

Kelepûra Kurdî (2012)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst