Li Îraq û Sûriyeyê 13 êriş li dijî Amerîkayê û hêzên hevpeymaniyê hatin kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ji 17ê Çiriya Pêşîn ve heta niha 10 li Îraqê û 3 jî li Sûriyeyê bi tevahî 13 êrişên cuda li dijî hêzên wan hatine kirin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê General Patrick Ryder di civîna çapemeniyê ya rojane de bûyerên vê dawiyê yên li Rojhilata Navîn nirxandin.

Patrick Ryder diyar kir di navbera 17-24ê Çiriya Pêşîn de li Îraqê herî kêm 10 êrîşên cuda bi mûşek û dronan li dijî hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê êrişên cuda pêk hatine.

Bi gotina Patrick Ryder bi heman awayî li Sûriyeyê jî  li dijî hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî sê êriş pêk hatine.

Ryder diyar kir ku zanyarî li cem wan hene ku Îran li pişt wan grûpên ku êriş dikin heye.

Ryeder herwiha got ku egera zêdebûna êrişa heye.

Berdevkê Pentagonê da zanîn ku Amerîka amade ye ji bo parastina karmendên xwe û berjewendiyên xwe yên li herêmê  bi rêya bikaranîna mafê xwe yê rewa bersiva êrişan bide.