Çîroka serkeftina Rûdawê li Lûtkeya Odeya Nûçeyan a WAN- IFRAyê bû rojev

25-10-2023
RÛDAW
Lûtkeya Odeya Nûçeyan a WAN- IFRAyê li Osloyê bi rê ve diçe
Lûtkeya Odeya Nûçeyan a WAN- IFRAyê li Osloyê bi rê ve diçe
Nîşan WAN- IFRA Lûtkeya Odeya Nûçeyan Hişê Çêkirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Norwêcê ji aliyê Yekîtiya Rojnamegerên Cîhanî (WAN-IFRA) ve Lûtkeya Odeya Nûçeyan a 2023ay tê lidarxistin û Tora Medyayî ya Rûdawê jî beşdar e.

Lûtkeya Odeya Nûçeyan ku duh li paytexta Norwêcê bajarê Osloyê dest pê kirî, îro jî bi beşdariya rojnameger û pisporên ji welatên cuda berdewam dike.

Di lûtkeyê de rola hişê çêkirî û beşdariya ciwanan di navendên nûçeyan de mijarên sereke bûn û tê de gelek mijarên girîng ên derbarê veguherîna nûçegehaniya de hatin gotûbêjkirin.

Rêveberê Medyaya Dîjîtal a Rûdawê Brwa Kyanî û Rêveberê Beşa Bernameyan Rêbaz Elî jî beşdarî lûtkeyê bûn û di panelekê de behsa rola Rûdawê ya bikaranîna hişê çêkirî di medyayê de kir.

Brwa Kyanî da zanîn ku li Rûdawê Beşa Hişê Çêkiriye heye û got:

“Tora Medyayî ya Rûdawê di warê gihandina hişê çêkirî de ji bo medyaya Herêma Kurdistanê û Îraqê pêşengiyê dike.”

Guherîna daxwaza xwendevanan a nûçeyan mijareke din a Lûtkeya Odeya Nûçeyan bû. Hat destnîşankirin ku medyaya civakî di vî warî de bi bandor xwe hebûye.

Çîroka serkeftina ya Rûdawê ya di medyaya civakî de û gihiştina yek milyar xwendin û tikandina rûpela Soranê ya Rûdawê bala beşdariyan kişand.

Kyanî serkeftina Rûdawê bi xebata afirînerî û karê tîmî ve girêda û got, pêşketin û serkeftina medyaya civakî ya Rûdawê nûnertiya vîzyona paşerojê dike.

Di lûtkeyê de rêxweşkirina ji bo ciwanan a di warê ragihandinê de û berçavgirtina daxwazên wan mijareke din a girîng bû.

Tîma Financial Timesê jî ragihand ku ew li ser projeyek nû dixebitin ku rola ciwanan zêde bikin.

Pêşketinên Rûdawê bala dezgehên ragihandinê yên navdar ên Ewropayê jî kişand.

Gelek dezgehên ragihandinê yên Ewropî nîşan dan ku ew dixwazin di demeke nêzîk de bi Rûdawê re projeyên hevbeş pêk bînin.

Rêbaz Elî jî got, “Beşdarbûna Rûdawê ya Lûtkeya Odeya Nûçeyan a WAN- IFRAyê nîşan dide ku ew di nav saziyên medyayê yên herî mezin û pêşketî yên cîhanê de cih digire.

Heta ku Rûdaw di gelek waran de li pêş hin saziyên medyayê yên ewropî ye, nemaze di bikaranîna teknîkên nû yên nûçeyan û sûdwergirna ji hişê çêkirî de.”

Hatta Rûdaw birçok alanda, özellikle de yeni haber odası tekniklerinin ve yapay zekanın kullanılması

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst