Rishi Sunak erka avakirina hikûmetê ji Şah Charles ê 3êm wergirt

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê nû yê Brîtanya, Rishi Sunak, erka avakirina hikûmetê ji Şah Charles ê Sêyem wergirt.

Liz Truss ku li şûna Borris Johson bû Serokwezîr Brîtanyayê, tenê piştî 45 rojan di 20ê Cotmeha 2022an de dest ji serokatiya Partiya Muhafazakar û serokwezîrtiyê kişand, cara dawîn li ber avahiya serokwezîrtiyê 10 Downing Streetê ji gel re axivî û piştre îstifaya xwe pêşkêşî Şah Charles ê Sêyem kir.

Piştî hevdîtina bi Liz Truss re, Rishi Suna bi Şah Charles ê Sêyem re civiya û ji Şah erka avakirina hikûmetê wergirt û bi veê yekê bi fermî bû Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê.

Piştî mirina Şajin Elizabeth a Duyem, Rishi Sunak bu yemek serokwezîrê ku erka avakirina hikûmetê ji destê Şah Charles ê Sêyem werdigre.

Sunak bû serokê Partiya Muhafazakar û Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê

Piştî ku Liz Truss di dema kampanyaya hilbijartinê de gelek caran li ser soza "kêmkirina bacê" sekinî, bû serokwezîr, Hikûmeta Brîtanyayê di 23ê Îlonê de ragihandibû ku ew xwe amade dikin ku li welêt kêmkirina bacê bi giştî bigihêje 45 milyar Sterlîn.

Vê rewşê metirsiyên zêdekirina deyndariya derve ya Brîtanyayê zêde kir û bû sedem ku sterlîn nirxê xwe bixîne.

Piştî rexneyên tund ên planên aborî, hikûmetê dev ji plana xwe ya rakirina baca herî zêde ya ji sedî 45 berda.

Truss a ku beriya niha gelek caran di çarçoveya plansaziya butçeyê de li pişt plana kêmkirina bacê bû, di 14ê Cotmehê de nikaribû li hemberî zextên raya giştî rabe û Kwasi Kwarteng ji erka Wezîrê Darayiyê dûrxist û li şûna wî Jeremy Hunt tayîn kir.

Liz Truss lêborîn xwest ji bo "şaşiyên" ku bûne sedema bêserûberiya bazarê, lê belê gengeşiya giştî ya Brîtanyayê li ser wê yekê ku dê Truss çiqasî li ser kar bimîne dest pê kiribû.

Serokwezîr Truss di 20ê Cotmehê de piştî aloziya siyasî û aborî ya li Brîtanyayê îstifa xwe ragihand.

Wezîrê Aboriyê yê berê Rishi Sunak, ku ji bo şûna Truss têkoşîn dikir, diyar kir ku hevrika wî Penny Mordount piştgirî daye wî û piştî ku ji pêşbirka serokwezîrtiyê vekişiya, bû serokê nû yê partiyê û her weha serokwezîrê nû yê Brîtanyayê.