Dadgeha Almanyayê ji ber mirina zaroka Kurda Êzdî 10 sal zindan da jina DAIŞî

25-10-2021
RÛDAW
Nîşan Almanya Kurdên Êzdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeheke bajarê Munchenê yê Almanyayê îro Duşemê cezayê 10 sal girtîgehê bi ser jineke Almanî ya hevjîna çekdarekî DAIŞî de sepand, bi tawana ku hiştiye zarokeke keç a Kurda Êzdî ya 5 salî ji ber tavê ji tînan bimire. 

Dozgerê Giştî yê Almanyayê dibêje, Wenisch û hevjînê xwe yê endamê DAIŞê, di sala 2015an de jin û zarokeka Êzdî ku di êrişa DAIŞê de li Mûsilê hatibûn dîlgirtin, weke “kole” kirîbûn.

Dozgerê Giştî yê Almanyayê dibêje, “pişît keçik nexweş ketiye û doşeka xwe ter kiriye, hevjînê tometbarê weke cezayekê ew li derve girê daye û hiştiye zaroka Kurd a Êzdî li ber germê û ji tînan bimire.”

Dozgerê Giştî yê Almanyayê tekez dike, çekdarê DAIŞê ew kar kiriye, lê belê “hevjîna wî Jennifer Wenisch hiştiye ku ew wê yekê bike û ti hewlek nedaye ku keçikê rizhar bike.”

Di civîna xwe ya îro de, Dadgeha Bilind a Munchenê de biryar da ku cezayê 10 sal zindanê bi ser Jennifer Wenisch endama rêxistina DAIŞê û hevjîna çekdarekî wê rêxistinê de bê sepandin.

Dadgehê biryar da ku Jennifer Wenisch di du tawanên dijî mirovahiyê de beşdar bûye, ya yekem “rola wê di bikolekirina keça 5 salî ya Kurda Êzdî de hebûye û di kuştina wê zarokê de hander an alîkar bûye” û ya duyem di “endama rêxistineke terorîstî bûye.”

Taha el-Jumaylî hevjînê Jennifer Wenisch û çekdarê DAIŞê ye, û biryar e di dawiya meha bihê de li Frakfurtê bê dadgehîkirin.

Navê wê zaroka 5 salî ya Kurda Êzdî ku ji tînan li ber tavê di bin îşkenceya çekdarê DAIŞê de jiyana xwe ji dest da, Nûre bûye. Dayika wê keçikê di çend salên bihorî de çend caran li dadgehên Munchen û Frankfurtê îfade daye.

Parêzerên jina Almanî ya hevjîna çekdarê DAIŞê dibêjin, nabe guh bidin gotinên dayika Nûreyê û amaje bi wê yekê dikin ku rast e ew keç hatiye îşkencekirin lê ti belgeyek nîne îsbat bike wê keçikê jiyana xwe ji dest daye.

Ew parêzer dibêjin, ew dê hewl bidin Jennifer Wenisch tenê du salan bê zindanîkirin, ew jî bi tohmeta endambûn di rêxistineke terorîstî de.

Ji Jennifer Wenisch hatiye pirsîn ku çima ti karek jibo rizgarkirina jiyana wê zaroka Êzdî nekiriye û wê jî gotiye, ew tirsiyaye ku hevjînê wê yê DAIŞî bertekek tund nîşan bide.

Jennifer sala 2013an bûye Misilman û sala 2014 di rêya Tiriyê re derbasî Sûriyê bûye û tevlî DAIŞê bûye û paşê ji Sûriyê çûye Iraqê. Ew jina Almanî di nîveka sala 2015an de bûye Endama Hêza Polîsê DAIŞê û çavdêriya cîbicîkirina ferman û rênimayên DAIŞê li Felûce û Mûsilê dikir.

Jennifer di Çileya 2016an de serdana Balyozxaneya Almanyayê ya li Enqerê kir jibo hinek karên xwe, lê di dema derketina ji avahiya balyozxaneyê de hat desteserkirin û paşê radestî Almanyayê hat kirin.

Dadgehîkirina wê jina Almanî ya endama DAIŞê ji Nîsana 2019an ve destpê kiriye û heta niha çend civînên dadgehê birêveçûne.

Hejmarek parêzer û çalakvan hewl didin ku cezayeke guncaw bis er wê jina Almanî ya endama DAIŞê bê sepandin. Emel Klonî, parêzera navdar a warê mafên mirovan yek ji wan kesan e ku hevahengiyek temam li gel dayika Nûreyê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst