Amerîka û Yekîtiya Ewropa ji “Darbeya Leşkerî ya Sudanê” nîgeran in

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê li beramber darbeya leşkerî ya Sudanê nîgeraniya xwe anî ziman û ragihand ku ew darbe berevajiya destûr û daxwaza demokrasiyê ya xelkê Sudanê ye û nayê qebûlkirin.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Bo Karûbarê Efrîqayê Jeffrey Feltman di Twîttekê de nivîsiye: “Amerîka ji hewla darbeya serbazî ya bi ser hikûmeta veguhêz de gelekî nîgeran e.”

Hevdem Berpirsê Karûbarê Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell jî da zanîn ku heta bibêjî bi nîgeranî çavdêriya guhertinên li Sudanê dikin û daxwaz dikin ew bingehên hikûmeta veguhêz li ser hatiye pêkanîn, bên parastin.

Îro Dûşemê 25ê Cotmeha 2021ê artêşa Sudanê darbe bi ser hikûmeta welatê xwe de kir û bi kêmanî 5 wezîr desteser kirin û Serokwezîr Ebdella Hemdok jî di mala xwe de desteserkirî ye.