Tara Mamedova: Li Rûsyayê Qezaxan êrişî gundên Kurdan kirin

25-10-2020
Aydin Bayram @aydn_byram
Li Rûsyayê bi sedan Qezaxan êrişî gundê Kurdan kirin
Li Rûsyayê bi sedan Qezaxan êrişî gundê Kurdan kirin
Nîşan Saratov Rûsya Kurdên Rûsya Qezax
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Saratovê yê Rûsyayê hejmareke zêde ya Qezaxan êriş birine li ser gundên Kurdan ên li sînorê Qezakistanê.

Hunermend û stranbêja Kurd Tara Mamedova ragihand ku li bajarê Saratovê yê Rûsyayê grûpek ji Qezaxan êrişê gundê malbata wê kirin. Mamedova herwiha da zanîn ku hejmarek kes di encama êrişê de birîndar bûne.

Tara Mamedova ji Rûdawê re diyar kir ku duh Şemiyê 24ê Cotmeha 2020an li bajarê Saratovê ku dike sînorê Qezakistanê grûpek qelebalix ji Qezaxan êrişî gundê Timonî kir ku niha malbata wê jî li wê herêmê ye.

Derbarê destpêkirina bûyerê de Mamedova da zanîn ku hejmareke Qazax destpêbike bela xwe li du xortên Kurd didin ew herdu xort jî bersiva wan didin, piştre zêdeyî 500 Qazaxan xwe tazî dikin û êrişî gundên Kurdan dikin.

Bi gotina Mamedova hejmareke kes birîndar bûne û birayê wê jî di nav xelkê de ye û ji duh ve peywendiya wê ligel birayê wê qut bûye.

Mamedova amaje bi wê yekê kir ku berî du mehan li Qezakistanê jî êriş li Kurdan hatibû kirin û ev êrişa duh jî weke berdewamiya wan êrişan e û wiha pê de çû: “Her roj meneyekî digerin. Tiştên beriya êrişê tenê hincet bûn û ew ji xwe re meneyekî digeriyan. Ev êrişeke nijadperestî li dijî Kurdan bûye.  Hejmara Kurdan li herêmê zêde ye û piraniya wan cotkariyê dikin û pez xwedî dikin. Ew hesudiyê dibin Kurdan.”

Tara Mamedova li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotiye: “Berîya çend mehan li Qazakistanê Qazaxan êrîşî Kurdan kir dohjî li Rusya li navçeya bajarê malbata min li Saratovê Qazaxan êrîşî Kurdan kir. Her roj meneyekî digerin.Sala 1993 kete bira min gava Qirgizan êrîşî mekir û em bê war hîştn. Lê disa haya kesî ji wan bêbextan tune.”

Ji aliyê din parêzer Tahar Fatoev ku niha li herêma bûyerê ye jî ji Rûdawê re diyar kir ku ji ber êrişa Qezaxan 5 Kurd birîndar bûne û piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê bo malên xwe hatine şandin û rewşa wan baş e.

Tahar Fatoev diyar kir ku wan berevaniya xwe li hemberî Qezaxan kiriye û niha derdora gundên wan ji aliyê polîsên Rûsyayê ve ji bo parastinê hatine dorpêçkirin.

Fatoev got: “Ji ber ku li Qezakistanê berî çend mehan êriş Kurdan kirin û naxwazin Kurd xwedî rez û pezan bin. Niha ji ber pademiyê sînorê di navbera Qezakistan û Rûsyayê de girtine û wan jî wisa bihîstine ku dema sînor vebin Kurd dê ji Qezakistanê ji ber Qezaxan birevin û derbasî Rûsyayê bibin. Aliyê Rûsyayê ew gotegot bihîstine û naxwazin Kurd bêne vê derê û ji bo Kurdan çavtirsandî bikin êriş kirine. Dixwazin Kurdan neçar bikin. Her wiha di dema êrişê de digotin Allah Ekber.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst