Kurdek namzedê parlamentoya herêma Odessa ya Ukrayna ye

 

Ukrayna (Rûdaw) – Kurdekî Rojavayê Kurdistanê di hilbijartinên parlamentoyê yên herêmeke Ukrayna de bûye namzed.

Îro li herêma Odessa ya Ukrayna endamên parlamentoya wê herêmê tên hilbijartin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, di nav namzedên wê herêmê de kurdekî Rojavayê Kurdistanê jî heye. Navê wî  Arif Mihemed e ku li bajarê Odessa dijî.

Tê gotin ku ew namzedê kurd ji aliyê çend sazî û navendên herêma Odessa ve tê piştgirîkirin.

Li Ukrayna, sîstema herêm û kantonan heye. Herêma Odessa piştî Kiev û Karkivê, sêyemîn herêma welêt e û wek paytexta aborî û pîşesaziyê ya Ukrayna tê nasîn.

Ukrayna, welatekî rojhilatê Ewropa ye. Nifûsa wî welatî derdora 45 milyon kes e.