Berpirsê UNRWAyê: Alîkariya Amerîkayê ya Xezeyê hat rawestandin

Duh li 11:51
RÛDAW
Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya Penaberên Filistînî ya li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) Philippe Lazzarini/Wêne: Rûdaw
Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya Penaberên Filistînî ya li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) Philippe Lazzarini/Wêne: Rûdaw
Nîşan Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya Penaberên Filistînî ya li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîserê Giştî yê UNRWAyê ragihand ku ji bo Xezeyê pêwîstiya wan bi 80 milyon dolaran heye.

Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya Penaberên Filistînî ya li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) Philippe Lazzarini ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya Penaberên Filistînî ya li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ji Rûdawê re got:

“Pêdiviya me bi 80 milyon dolaran heye. Pereyên me têra tiştên ku divê em bikin nakin.”

Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya Penaberên Filistînî ya li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) da zanîn:

“Alîkariyên me yên sereke piranî ji welatên Ewropa û rojava ne.

Her wiha welatên Erebî û îsal çend welatên başûr jî pere şandin. Bi biryara Kongreyê, Amerîkayê heta Adara 2025an alîkarî dane sekinandin.

Ez hêvî dikim ku ew dê piştî Adarê dîsa dest bi şandina pereyan bikin.

Em bi Wezareta Karên Derve re di pêwendiyê de ne lê niha ji ber biryara Kongreyê destên wan girêdayî ne.”

UNRWA ajanseke Neteweyên Yekbûyî ye ku ji alîkariya penaberên Filistînî berpirsiyar e.

Ajans ji sala 1949an vir ve alîkariya bi milyonan kesan kiriye.

6 ji karmendên UNRWAyê di êrişeke Îsraîlê ya li dibistanekê Xezeyê de hatin kuştin.

UNRWAyê di daxuyaniyekê de mirina 6 karmendên xwe piştrast kir.

Neteweyên Yekbûyî jî di daxuyaniyekê de anî ziman ku divê dawî li êrişên Îsraîlê werin.

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê 24ê Îlonê dest pê kir û dê heta 30ê Îlonê berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst