Çend sal mane ku qeşayên Cemsera Bakur bihelin?

Duh li 10:50
RÛDAW
Nîşan Nuria Lopez Ajansa Meteorolojiyê ya Yekîtiya Ewropayê Berdevka Birêveriya Giştî ya Xizmeta Guherîna Hewa ya Copernicusê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Meteorolojiyê ya Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku guherîna avhewayê, helîna qeşaya Cemsera Bakur zêde kiriye û ew pêşbînî dikin ku heta sala 2050î hemû qeşa bihelin.

Berdevka Birêvebiriya Giştî ya Xizmeta Guherîna Hewayê ya Copernicusê Nuria Lopezê bersiv da pirsên edîtorê Rûdawê Niyaz Mistefa.

Nura Lopezê behsa metirsiyên li ser guherîna avhewayê kir û got:

“Adara sala 2023yan, li Antartîkayê 14,5 milyon kîlometre çargoşe qeşa hebû, ev li herêmê asta herî kêm e.

Herî dawî asta kêm sala 1979an de hatibû tomarkirin.

Îsal jî asta herî nizm a qeşayê meha Îlona hat tomarkirin.

Sala 2023yan tenê 4,8 milyon kîlometre çargoşe qeşa hebû lê sala 2000an ev qeşa nêzîkî 6,6 milyon kîlometre çargoşe bû.

Eger tedbîrên pêwîst neyên standin dê beriya Îlona 2050î li Cemsera Bakur qeşa nemîne.”

Li gorî gotina Nuria Lopezê belavbûna gazên serayê çi qas zêde bibe, germahiya cîhanê jî ewqasî bilind dibe, ev jî îhtimala helîna qeşayê zêde dike.

Her wiha Ajansa Enerjiyê ya Cîhanê diyar kir ku îsal karbondîoksît ku gaza serayê ya sereke ye li gorî sala borî ji sedî 1,1 zêde bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst