Peter Szijjarto: Em dixwazin rê li ber duristbûna goristana penaberan bigirin

Duh li 07:19
Wezîrê Karên Derve yê Macaristanê Peter Szijjarto\ Wêne: Rûdaw
Wezîrê Karên Derve yê Macaristanê Peter Szijjarto\ Wêne: Rûdaw
Nîşan Wezîrê Karên Derve yê Macaristanê Peter Szijjarto Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî New York Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Macaristanê Peter Szijjarto diyar kir ku nakokiyên di navbera welatên Ewropayê de bûye sedema zextê li ser Yekîtiya Ewropayê (YE).

Peter Szijjarto diyar kir ku wekî Macaristan ew dixwazin rê li ber duristbûna goristana penaberan bigirin.

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê tên kirin.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde peyamên gelek lîder û nûnerên welatên cihê vediguhêzê.

Peter Szijjarto li ser pirsgirêka penaberan bersiv da pirsên Diyar Kurde û wiha got:

"Me hemûyan bihîstiye ku heger nakokiyên li cîhanê û Rojhilata Navîn zêde bibin, pirsgirêka penaberan dê zêdetir zextê li Ewropayê bike lewra em hêvî dikin ku rewş aram bibe.

Divê em hemû pêdaçûnê di xwe de bikin û em dixwazin rê li ber duristbûna goristana penaberan bigirin."

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) sala 2022yan herî kêm 134 hezar û 885 penaber gihiştin Ewropayê û 2 hezar û 257 kes jî di rê de mirine.

Sala 2023yan 292 hezar û 985 penaber derbasî Ewropayê bûne û 4 hezar û 114 kes jî mirine.

Li gorî IOMê sala 2024an hejmara herî zêde ya penaberên çûne Ewropayê ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûne.

Li gorî IOMê ji destpêka îsal ve jî 27 hezar û 201 penaberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê çûne Ewropayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst