Serokkomarê Bulgaristanê: Divê şerê li Ukraynayê raweste

25-09-2024
Diyar Kurde
Nîşan Rumen Georgiev Radev Şer Rûsya Ukrayna
A+ A-

New York (Rûdaw) - Serokkomarê Bulgaristanê Rumen Georgiev Radev got, “Divê ji bo sekinandina şerê Ukraynayê hemû amûrên bihêz ên dîplomasiyê werin bikaranîn.”

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê tên kirin.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde peyamên gelek lîder nûnerên welatên cihê vediguhêzê.

Serokkomarê Bulgaristanê Rumen Georgiev Radev pirsên Diyar Kurde yên li ser şerê Rûsya û Ukraynayê bersivandin.

“Çare dîplomasî ye”

Rumen Radev destnîşan kir, “Her du alî jî nikarin ji aliyê leşkerî ve bi ser bikevin” û divê ji bo xelasbûna şer hewlên dîplomatîk bên dayîn û got:

“Tenê dîplomasî dikare ji bo şerê li Ukraynayê çareyekê bibîne.

Divê em ji bo sekinandina şer hemû amûrên bihêz ên dîplomasiyê bi kar bînin û divê am ji aliyê aborî ve jî piştgiriya xwe bînin ziman.

Divê em ji bo çerseriya wan pirsgirêkan xwe ji aliyê dîplomatîk ve amade bikin.”

Rûsya 24ê Sibata 2022yan ket axa Ukraynayê û şerê wan dest pê kir, niha jî Ukraynayê li hinek herêman dest bi “êrişa berovajî” kiriye û şer hîn jî gur e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst