Wezîrê Derve yê Eritrea ji Rûdawê re: Bi sedema xwesteka serdestiya welatên zilhêz aştî li cihanê tune ye

25-09-2022
Roj Elî Zale
Roj Elî Zale
Wezîrê Derve yê Eritrea Osman Salih Mihemed
Wezîrê Derve yê Eritrea Osman Salih Mihemed
Nîşan Osman Salih Mihemed Neteweyên Yekbûyî Eritrea
A+ A-

Wezîrê Derve yê Eritrea Osman Salih Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, bi sedema xwesteka “serdestî”ya “welatên zilhêz” aştî li cihanê nîne.

Roja înê 23.09.2022 Wezîrê Derve yê Eritrea Osman Salih Mihemed li New Yorkê ji Rûdawê re axivî û ragihand ku mezintirîn armanca wan ji beşdarîkirina li lûtkeya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî aştî ye “Em dixwazin aştiya herdemî hebe”, çunke aştî bingeh û hokara pêşkeftinê ye.

Eritrea welatek e li rojhilatê Afrîqa û paytexta wê Asmara ye. Ev welat ji başûr ligel Etiyopya, ji rojava ligel Sûdan, ji başûrê rojhilat ligel Djiboutî hevsînor e; beşeka zêde ya sînorê wê yê rojhilat û bakurê rojhilat jî li ser Deryaya Sor e.

Ji Mijdara sala 2020an ve şerê navxwe li Etiyopyayê diqewime û navenda pevçûnê jî herêma Tigray e. Şer bû sedema mişextî û koçberbûna derdora 2.5 milyon kesan û bi dehan hezar kes jî çûne nêv Eritrea; her wisa niha şerê navbera artêşa Etiyopya û hêzên berevaniya Tigrayê li ser sînorê di navbera wan her du welatan de zêde bûye; rewşa ku roj li dû rojê bandorên wê li ser Eritreayê bêhtir derdikevin holê.

Rûdaw: Armanca we ya herî sereke çi ye? Pirseke ne giran e, ne wisa?

Wezîrê Derve yê Eritrea: Em naxwazin guvaş û serdestiya ti welatekî bibînin, êdî ew serdestî bi her cureyekê be. Em welatekê azad in.

Rûdaw: Mezintirîn armanca we çi ye? Hûn kar li ser rûbirbûna diyardeya guhertina keşûhewayê dikin yan çi?

Wezîrê Derve yê Eritrea: Mezintirîn armanc?

Rûdaw: Erê.

Wezîrê Derve yê Eritrea: Em aştiyê dixwazin; em dixwazin aştiya herdemî hebe.

Rûdaw: Sedem çi ye ku aştiya herdemî nîne?

Wezîrê Derve yê Eritrea: Ger aştî hebe, em ê pêşkeftinê jî bibînin. Eger welat jî pêş bikeve, wê çaxê aştî çêdibe.

Rûdaw: Ma tu dikarî ji min re bêjî çima li cihanê aştî nîne? Ev pirs e.

Wezîrê Derve yê Eritrea: Serdestî…aştî li dinyayê tune ye, çunke welatên zilhêz wê yekê divin ku jê re tê gotin serdestî.

Rûdaw: Ma hûn dikarin çi bikin ji bo ku aştî hebe?

Wezîrê Derve yê Eritrea: Ma em dikarin çi bikin ji bo ku aştî hebe? Ez ji cihanê re dibêjim ku va ez hatim New Yorkê û ji wan re dibêjim ku aştî li cihanê nîne û bila em ji bo bidestxistina aştiyê bi hev re bixebitin.

Rûdaw: Zor spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst