Li Îtalyayê tê pêşbînîkirin yekem serokwezîra jin a rastgir bê hilbijartin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îtalyayê îro Yekşemê hilbijartinên parlemento û senatoyê tên kirin. Ev hilbijartin ji ber ku di demeke ku Ewropa xwe ji bo krîza enerjiyê ya bi Rûsyayê re amade dike, pir giring e. Li gorî rapirsiyan tê çaverêkirinki di dîroka welêt de cara yekem e ku jineke rastgir bibe serokwezîra Îtalyayê.

Li Îtalyayê gel ji bo hilbijartinên giştî îro çûn ser sindoqan. Proseya dengdanê ku saet 08:00ê bi dema Hewlêrê dest pê kir, dê heta saet 00:00ê şevê berdewam bike. Di hilbijartinan de 50.8 milyon hilbijêr hene. Îtalî dê di vê hilbijartinê de 200 endamên Senatoya Komarî û 400 endamên Encumena Nûneran hilbijêrin.

Îtalya, di sedsaliya Kiras Reşan a bi pêşengiya Benito Mussolini de, ku ji Napoliyê heta paytext Romayê meşiyan û desthilatê bidest xistibûn, xwe ji bo yek ji hilbijartinên herî krîtîk ên dîroka xwe amade dike.

Li gorî rapirsiya herî dawî ya ku di 9'ê Îlonê de hatin weşandin de, Partiya rastgira tundrew a Birayên Îtalyayê (FdI) ya bi serokatiya Giorgia Meloni di rêza yekem de ye. Seroka rastgir a tundrew Meloni berê jî bi daxuyaniyên xwe yên li dijî Îslamê û li dijî kurtajê û herwiha endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê bal kişandibû ser xwe.

Koalîsyona hevalbendiya rastgir a bi pêşengiya Meloni xwedî potansiyel e ku hem di siyaseta Îtalya û hem jî di Yekîtiya Ewropî de hevsengiyan bihejîne.

FdI wek partiyek rastgir a tund, populîst, kevneperest an post-faşist tê binavkirin.

Melonê hê di 19 saliya xwe li ser Mussolini gotibû "Ew siyasetmedarekî baş bû. Her çi kir, wî ji bo Italytalya kir." Meloni di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de red kir ku ew ji bo demokrasiyê gefek e û dibêje “Rastgirên Îtalî bi dehan sal berê faşîzmê di dîrokê de binax kir.”

Li gorî rapirsiyan, tê çaverêkirin ku tifaqa rastgir a ku ji FdI ya bi serokatiya Giorgia Meloni, Partiya Lega bi serokatiya Matteo Salvini û FI ya bi serokatiya Silvio Berlusconi û hin partiyên rastgir ên biçûk pêk tê, bibin desthilatdar.

Partiya çep a navendî ya di bin banê Partiya Demokrat (DP) a bi serokatiya Enrico Letta di rêza duyemîn de ye û Partiya Lega ya rastgir a tundrew a bi serokatiya Matteo Salvini di rêza sêyemîn de ye.

Herwiha li gorî rapirsiya dawîn tê payînkirin ku rastgir ji 400 kursiyên Encumena Nûneran 258 kursî û ji 200 kursiyên Senatoyê 131 kursî bidest bixin. Çepgir jî 88 kursiyên Encumena Nûneran û ji 44 kursiyên Senatoyê bidest bixin.

Di hilbijartinên 2018an de rastgiran 265 kursiyên Encumena Nûneran, 137 kursiyln Senatoyê bidest xistibûn. Çepgiran jî 122 kursiyên Encumena Nûneran, 60 kursiyên Senatoyê bidest xistibûn.

Ji ber vîrusa koronayê, krîza darayî, bihayên bilind ên enerjiyê, windakirina kar û bacên bilind, rojên xirab derbas kirin, ji ber vê yekê ew li bendê ne ku ev hilbijartin cûdahiyeke mezin çêbike.

Yekem car di sala 1994an de koalîsyoneke rastgir-çep hat avakirin û ji wê demê heta niha 7 hilbijartin hatin kirin.

Carekê rastgir û carekê jî çepgir di hilbijartinan de bi ser ketin. Di hilbijartinên 2018an de aliyên rastgir bi ser ketibûn û pêşbînî nîşan didin ku dê îsal jî bi ser bikevin.