Navenda Nûçeyan - Balyoza Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley derbarê siberoja Serokê Sûriyê Beşar Esed de got: "Niha li ser desthilatê dimîne. Amerîka bi ti awayî hewl nade wî bi zorê ji ser desthilatê bîne xwarê."
Balyoza Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley beşdarî bernameyekî CBS News bû û derbarê paşeroja Sûriyê de nerînên xwe anîn ziman.
Li ser pirsekê ku di 2017an de Amerîkayê dixwest rejîma Sûriyê bê guhertin. Nikki Haley got: “Xeyalkirina Sûriyeke ku Esed li ser desthilatê be zehmet e, lê li gor min niha li ser desthilatê dimîne.”
Nikki Haley tekez kir ku Amerîka bi ti awayî hewl nade Esed bi zorê ji ser desthilatê bîne xwarê, lê dîsan jî wiha nafikirin ku bimîne û got: "Ne mimkûn e gelê Sûriyê rê bidin ku li ser desthilatê bimîne. Herwiha ne mimkun e Îranî, Rûsî yan hineke din jî wiha bifikirin ku mana wî baş be. Bi baweriya min çûna wî meseleya demê ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse